Li quntarên Çiyayê Gabarê dema çêkirina dimsê ye 2021-08-25 09:06:52 ŞIRNEX - Bi hatina demsala payîzê re li quntarên Çiyayê Gabarê jinan dest bi çêkirina dimsê kirin.   Li quntarên Çiyayê Gabarê ku bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve ye, bi hatina demsala payîzê re jinan dest bi çêkirina dimsê kirin. Jinên ku bi awayeke zibare ango bi hev re dimsê çêdikin, kedeke mezin didin. Rezê ku 2 kîlometre durî cihê çêkirina dims e tê berhevkirin û paşê bi traktoran dikişînin. Tiriyê ku tê vebijartin dûvre tê şûştin û ji bo ku bikin dims amade dikin.    BERHEVKIRINA TIRÎ   Ji jinan Emîne Atabey a ku di koma berhevkirina tirî de cih digire anî ziman ku ew seatên serê sibehê dest bi berhevkirina tirî dikin û heta ber nîvro li ber tavê dixebitin û wiha got: "Her sal di vê wextê de em malbat bi hev re tên tiriyê xwe kom dikin.  Komkirina tirî di saetên serê sibehê de dest pê dike û heta ber nîvro ve diqede. Em karê xwe li hev parî dikin. Her komek tiştekî dike. Em tiriyê xwe diçînîn û dibin dişon. Pişt re jî koma çêkirinê dest bi çêkirina dimsê dikin. Ev dimsa ku em ê çêbikin hinek difiroşin û hinek jî didin cîranên xwe û yê mayî jî ji xwe re hiltînin.”    ÇÊKIRINA DIMSÊ    Ji jinên ku dimsê çêdikin Rihîm Atabey a ku tirî ji hev vediqetîne jî anî ziman ku li herêmê amadekariyên çêkirina dimsê nû dest pê kirin û wiha qala çêkirina dimsê kir: "Em di serî de tiriyê xwe kesax dikin. Piştî ku 20 roj derbas dibin em coht dikin. Pişt re em tiriyê xwe diçînin. Ew tiriyê ku tê ber destê me, em dibijêrin. Îsal ji ber ku baran kêm barî, tirî hemû şewitîne. Tiriyê me nîvî şewitî. Rezê me 2 kîlometre ji me dûre. Komek diçe berhevkirina wî û komek jî li vir dimîne. Li vir em kom kom in. Yê ku tirî diçînin,  dibijêre, dişon û dimsê çêdikin cuda ne. Ew tiriyê ku tê ber destê me, em paqij dikin, dişon û piçek ax diavêjin nav de û dikewînîn. Ax tirî paqij dike û mîkroban dikuje. Pişt re jî em di mefsikê de derbas dikin. Pişt re jî em wê avê didin ser agir û heta ku baş tîr dibe, li bendê dimînin. Asta herî zêde me diwestîne bijartina tirî ye. Em diwestin lê hema ked dayîn me keyfxweş dike."   AMADEKARIYÊN ZIVISTINÊ DIKIN    Leyla Atabey jî diyar kir ku di çêkirina dimsê de jî  herî zêde jin diwestin û got: "Ez jî tirî dibijêrim. Çêkirina dimsê gelek sergêjiye. Lê pêşiya me payîz û zivistan e divê em amadekariyên xwe bikin. Ji ber wê jî me lez da çêkirina dimsê. "   MA / Zeynep Dûrgût