Girtiyê nexweş ê 70 salî hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye 2021-08-25 09:07:34 ENQERE - Girtiyên nexweş Mehmet Alî Çelebî ku pençeşêr lê peyda bûye û felcî bûye, ji ber tenduristiya xwe hefteyê 5 rojan li nexweşxaneyê ye. Malbata wî ragihand ku Çelebî zihîf bûye, bûye 56 kîlo û xwest bê berdan.  Girtiyê nexweş Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî ku ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Blû ya Tîpa F'yê ew anîne Girtîgeha Sîncan a Enqereyê ya Jimare 3 ya Tîpa T'yê, her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Nêzî 15 roj berê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Yildirim Beyazitê teşxîsa pençeşêrê lê hatiye danîn û ji ber felcî bûye çavên wî nabînin. Her wiha tansiyona zêde û nexweşîna gurçikan jî pê re heye. Çelebî ku nikare bi tena serê xwe bijî, hefteyê 3 rojan dikeve makîneya diyalîzê û 2 rojan jî kemoterapî dibe. Parêzvanên mafên mirovan û malbata wî, dixwazin Çelebiyê 28 sal in girtiye bê berdan.    Bira Aydin Çelebî, behsa hevdîtina dawî kir: "Rewşa wî pir xirab e û bi dîwar digire û dimeşe. Gava wî anîn cihê hevdîtinê, gardiyan ketibûn milê wî. Gava hevdîtin qediya, cardin gardiyan ketin milê wî û ew birin. Ji ber felca ser çavan, rewşa wî pir xirab bûbû. Bi zorê diaxivî. Çavên wî nabînin, guhên wî nabihîsin. Nemaye. Got, bi tena serê xwe di odeyekê de dimîne û nikare tevbigere. Got, 'min bişînin Girtîgeha Bolûyê.' Min jî jê re got, ji bo tedawiyê ew anîne Enqereyê. Li vir hefteyê 5 rojan diçe nexweşxaneyê."    DAXWAZA MALBATÊ    Bira Çelebî ku got "Her hal dê cenazeyê wî bidin me" got: "Nikare di girtîgehê de bimîne. Bila cezayê xwe yê mayî jî li malê derbas bike. Ma nabînn? Hema bibêje miriye. Kesekî ku nikaribe li ser pêyan bisekine, dê zirara wî bigihê kê?"    Çelebî ji bo rewşa birayê xwe bang kir û got: "Em li Stenbolê dimînin. Çûnhatina me ya Enqereyê zehmet e. Li cem me be, dê fêda me bigihê. Moralê wî nemaye. Hepsa malê jî dibe, bes bila ne girtîgeh be."    30 KÎOO ZIHÎF BÛYE    Xwarzê Fîlîz Çelebî ku wasiya Çelebî ye, anî ziman ku herî dawî berî pandemiyê xalê xw edîtiye û ji 86 kîloyan bûye 56 kîlo. Çelebî, bilêv kir ku nû pê hesiyane ku xalê wê bi pençeşêrê ketiye û got: "Nikare bi tena serê xwe bijî. Ji ber pandemiyê me tim bi telefonê bi hev re xeber dida. Min ferq dikir ku her diçû zimanê wî giran dibû. Di axaftina dawî de min got, 'Xalê ez fêm nakim.' Nedihat fêmkirin. Got, bi tena serê xwe nikare bimîne, li Girtîgeha Bolûyê kesek li cem wî dima, lê li vira bi tena serê xwe nikare tevbigere."    Çelebî, anî ziman ku ser çavê xalê wê felcî bûye û gava radikeve jî çavên wî nayên girtin û got: "Di rewşeke wiha de ne pêkan e di girtîgehê de bimîne. Em dixwazin cezayê wî bê taloqkirin. Li malê be dê çêtir be. Dê di warê moral de jî baştir be."    ÎHD'Ê JI BO ÎNFAZÊ DU CARAN SERLÊDAN KIRIYE    Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen jî anî ziman ku ji bo taloqkirina înfaza Çelebî du caran serî li Wezareta Dadê dane, lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin û got: "Ne mimkun e ku bi tena serê xwe bijî. Em nizanin pençeşêra wî ya kîjan astê ye. Me bihîst hê tehlîlên wî temam nebûne. Me ji bo raporê jî serlêdan kir."    Çevîrmen, destnîşan kir ku di Girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin bi tena serê xwe bijîn û got: "Teqez divê li cem malbatên xwe tedawî bibin."    MA / Zemo Aggoz