'Girtî nayên tedawîkirin' 2021-08-25 09:07:53 WAN - Halît Dayan ku kurê wî Sînan Karaer di binçavan de hatiye îşkencekirin, diyar kir ku girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û xwest bên berdan.  Sînan Karaer (31) ku di sala 2016'an de li Colemêrgê bi îdiayya "xirabkirina yekîtî û yekparebûna welêt" hat girtin û di Girtîgeha Wanê de ye, ji ber di dema binçavkirinê de hatiye îşkencekirin, tenduristiya wî xirab bûye û poz û çena hatine şikandin. Karaer, ji ber van şikestine bi zorê bêhnê dîstîne û ji ber kîsikê ziravê wî texrîb bûye, hatiye jêkirin. Her wiha astim jî bi Karaer re heye. Bav Halît Dayan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.   Bav Dayan, bilêv kir ku tenduristiya kurê wî nebaş e û xwest demildest girtiyên nexweş hemû bên tedawîkirin û ji bo vê bang li Wezareta Dadê kir. Dayan got: "Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Tê emeliyatkirin, lê nayên kontrolkirin. Zêdetirî salekê ye hevdîtina vekirî nayê kirin. Em nizanin girtiyên me di çi rewşê de ne. Kurê min li ber nexweşînên giran li ber xwe dide."    BANGAWAZÎ JI BO ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Dayan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û diyar kir ku girtî ji bo azadî û edaletê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Dayan got: "Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, divê dewlet daxwazên wan qebûl bike. Greva birçîbûnê ancax bi vî awayî bi dawî bibe. Ji ber greva birçîbûnê tenduristiya girtiyan xirab dibe. Rayedar divê gavina bavêjin. Êdî em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin."