Li Îmraliyê dîroka 'bêhiqûqîtiyê': Ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatin redkirin 2021-08-25 09:11:14 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1999'an heya niha ji bo hevdîtinê hezar û 817 caran serlêdan kirine û ji van serlêdanan hezar û 375 jê hatine redkirin.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navdewletî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, 22 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ji roja ku Ocalan hatiye radestkirin heya niha, hevdîtina parêzeran tim tê astengkirin û tecrîda li ser wî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve hat dijwarkirin.    Piştî 8 salan di 2-22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de Ocalan hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Piştî van hevdîtinan hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin.    Me serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzeran ên ji sala 1999'an heya niha berhev kirin.   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji sala 1999'an heya niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin, bi giştî hezar û 817 serlêdan kirine. Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar û 375 jî hatine redkirin.    1999: 62 HEVDÎTIN    Ocalan, di 1999'an de, sala radestî Tirkiyeyê hat kirin, 62 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Hevdîtina ewil di 25'ê Sibata 1999'an de hat kirin. Di Adarê 5, Nîsanê 8, Gulanê 5, Hezîranê 6, Tîrmehê 7, Tebaxê 9, Îlonê 9, Cotmehê 4, Mijdarê 6 û Kanûnê de 2 hevdîtin hatin kirin.    ASTENGIYA EWIL   Di sala 2000'î de bi giştî ji bo hevdîtinê 54 caran serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin û 20 jê jî hatin redkirin. Di meha Çileyê de 5 serlêdan hatin kirin û her pênc jî hatin qebûlkirin. Di meha Sibatê de jî 5 serlêdan hatin kirin, 3 jê hatin qebûlkirin, 2 jê hatin redkirin. Cara ewilî hevdîtina bi parêzeran di 20'ê Sibata 2000'î de hat astengkirin.    2001: 18 SERLÊDAN HATINE ASTENGKIRIN   Di sala 2001'ê de 52 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 34 jê hatin qebûlkirin, 18 jê hatin redkirin. Di sala 2002'yan de jî 52 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 52 jê hatin qebûlkirin, 18 jê hatin redkirin.    2003: 20 JÊ HATIN QEBÛLKIRIN, 35 HATIN REDKIRIN    Di sala 2003'yan de 55 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 20 jê hatin qebûlkirin, 35 jê jî nehatin qebûlkirin. Serlêdanên nehatin qebûlkirin piranî jê jî bi hinceta "rewşa hewayê nebaş e" hatin astengkirin. Di meha Çileyê de 5 serlêdan hatin kirin, yek jê bi hinceta "betlaneya fermî" hat astengkirin, 4 jê jî bi hinceta "rewşa hewayê". Di meha Sibat de jî 4 serlêdan hatin kirin. Her 4 serlêdan jî bi hinceta "rewşa hewayê" nehatin qebûlkirin. Di Adarê de jî 4 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan 2 jê hatin qebûlkirin, 2 jê jî bi hinceta "rewşa hewayê" hatin redkirin.    SERLÊDANÊN 2004'AN    Parêzer di sala 2004'an de ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, 53 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 29 jê hatin qebûlkirin û 24 jê hatin redkirin. Di sala 2005'an de jî 51 serlêdan hatin kirin, ji van serlêdanan 16 jê hatin qebûlkirin û 35 jê jî hatin redkirin. Di sala 2006'an de jî parêzeran ji bo hevdîtinê 60 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 24 jê hatin qebûlkirin û 36 jê hatin redkirin. Di sala 2007'an de jî 60 serlêdan hatin kirin. 30 jê hatin qebûlkirin, 30 jê hatin redkirin.    ‘KEŞTÎ XERABE YE'    Di sala 2008'an de parêzeran 56 serlêdan kirin. Ji van serlêdanan 37 jê hatin qebûlkirin, 19 jê jî bi hinceta "keştî xerabe ye" hatin redkirin.    50 JÊ HATIN QEBÛLKIRIn, 11 JÊ HATIN REDKIRIN   Di sala 2009'an de 61 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 50 jê hatin qebûlkirin û 11 jê jî hatin redkirin. Di sala 2010'an jî 65 serlêdan hatin kirin û ji van serlêdanan 43 hatin qebûlkirin, 22 jê hatin redkirin. Ên hatin redkirin, hinceta "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê" hatin redkirin.    27'Ê TÎRMEHA 2011'AN   Di sala 2011'an de 84 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 24 jê hatin qebûlkirin, 23 jê jî bi hinceta "rewşa hewayê" û "keştî xerabe ye" hatin redkirin. Ji van serlêdanan yek jê; ji dêvla parêzeran malbatê hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina 27'ê Tîrmeha 2011'an, deriyên Îmraliyê tam 8 salan ji bo parêzeran nehat vekirin. Di 22'yê Mijdarê de jî parêzerên hevdîtin bi Ocalan re kirin hemû di bin navê "Doza KCK'ê" de hatin girtin. Ji 27'ê Tîrmehê heya 31'ê Kanûna 2011'an 43 serlêdan hatin kirin. Her 43 serlêdan jî hatin redkirin.    104 SERLÊDAN HATIN REDKIRIN    Di sala 2012'an de 104 serlêdan hatin kirin û hemû jî hatin redkirin. 73 serlêdan bi hinceta "keştî xerabe ye", 14 serlêdan bi hinceta "rewşa hewayê", 16 jê "keştî tê tamîrkirin" û 1 jê jî bi hinceta "cejna fermî" hatin redkirin.    KEŞTÎ 3 SALAN NEHATIN TAMÎRKIRIN!    Di sala 2013'an de jî 102 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 86 jê bi hinceta "keştî xerabe ye", 12 jê bi hinceta "rewşa hewayê" û 4 jê bi hinceta "cejna fermî" hatin redkirin. Di sala 2014'an de jî 104 serlêdan hatin kirin. Serlêdan bi hinceta "keştî xerabe ye", "rewşa hewayê", "keştî tê tamîrkirin" û "cejna fermî" hatin redkirin.    Di sala 2015'an de jî bi giştî 100 serlêdan hatin kirin. Hemû serlêdan bi hinceta "rewşa hewayê", "keştî xerabe ye" û "keştî tê tamîrkirin" hatin redkirin.    TECRÎD GIRAN DIBE    Sala 2016'an, yek ji wan salan e ku tecrîda li Îmraliyê girantir bû. Piştî hewldana derbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, vê carê çûna parêzeran a Îmraliyê bi hinceta biryarên dadgehê yên ji bo 3 û 6 mehan, hatin astengkirin. Di sala 2016'an de 124 serlêdan hatin kirin. Heya 15'ê Tîrmehê serlêdan bi hinceta "rewşa hewayê" û "keştî xerabe ye" dihatin redkirin, lê piştî 15'ê Tîrmehê bi hinceta "şert guncan bibin", "biryara dozgeriyê" û " biryara dadgehê" hatin redkirin. Ji serlêdanên hatin kirin 2 jê bi hinceta "gava şert guncan bibin", 1 jê bi hinceta "biryara dozgeriyê", 64 jê bi hinceta "biryara dadgehê", 48 jê bi hinceta "keştî xerabe ye" û 7 jê bi hinceta "rewşa hewayê" hatin redkirin û 2 jê jî nehatin bersivandin.    BIRYARA DADGEHÊ    Di sala 2017'an de jî bi giştî 100 serlêdan hatin kirin. Tevahiya serlêdanan bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin. Di sala 2018'an de jî 102 serlêdan hatin kirin, ev serlêdan jî hemû bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin. Di 8'ê Mijdara vê salê de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir.    PIŞTÎ 8 SALAN HEVDÎTIN ÇÊBÛ    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê, di sala 2019'an de bi ser ket û parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê. Parêzer ewilî di 2'yê Gulanê çûn Îmraliyê hevdîtin pêk anîn û paşê bi dorê di 22'yê Gulan, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûn girtîgehê û hevdîtin bi Ocalan re kirin. Beriya van hevdîtinan serlêdanên parêzeran bi hin hincetan dihatin redkirin, lê piştî 26'ê Nîsanê serlêdan çi erênî çi neyînî bi tu awayî nedihatin bersivandin. Piştî 7'ê Tebaxê cardin çûna parêzeran a Îmraliyê hat astengkirin. Di sala 2019'an de bi giştî 104 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 32 jê bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin û 67 jê jî nehatin bersivandin.    60 SERLÊDANÊN NEHATINE BERSIVANDIN    Di sala 2020'î de jî bi giştî 89 serlêdan hatin kirin. Ji van serlêdanan 60 jê çi erênî çi neyînî nehatin bersivandin û 29 jê jî bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin.    Di 2021'ê de jî heya 24'ê Tebaxê 123 serlêdan hatin kirin. Heya 12'ê Adarê 19 serlêdan bi hinceta "biryara dadgehê" hatin redkirin û yên mayî jî çi erênî çi neyînî nehatin bersivandin.    Parêzer ji sala 1999'an heya niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin, hezar û 817 serlêdan kirine. Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar 375 jê hatine redkirin. Ev hejmar bi xwe jî, bi awayekî aşkere kifş dikin ku bê tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke çi qas giran û dijwar e.    MA / Ferhat Çelîk