Baroya Wanê giliyê Dîdem Arslan kir 2021-08-25 13:18:40 WAN - Baroya Wanê, giliyê Dîdem Arslan a bi gotina “Bi tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyeyê ye” mevana wê ya ku xwest bi kurdî biaxive ji ser telefonê girt, kir.    Baroya Wanê, giliyê Dîdem Arslan a di qenaleke televîzyonê de bi gotina “Bi tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyeyê ye” mevana wê ya xwest bi kurdî biaxive ji ser telefonê girt, kir. Baroyê di daxwaznameya serlêdana bo Serdozgeriya Komarê ya Wanê de diyar kir ku Yilmaz sûcên “bi awayekî aşkera biçûkxistin” û “sûcê dijminahiyê” kirine.    ‘BILA GUMANBAR WERE CEZAKIRIN’   Baroyê di daxwaznameya xwe wiha got: “Pêşkeşvanê îma kiriye ku weke di Komara Tirkiyeyê de ji xeynî tirkî axaftina zimanên din qedexe ye û axaftina kesên ji netewên cuda ya bi zimanekî din sûc e û bedelekî vê heye. Dê di lêpirsîna ku dozgeriya we bide dest pê kirin de were dîtin ku gumanbar bi rêya çapemeniyê neteweyekê, zimanekê çawa biçûk dixe û kêmî xwe dibîne. Piştî dijminatiya gumanbar a li dijî kurdî bi hezaran kesan li ser medya dîjîtal bertekên xwe nîşan dane. Ji ber dijminatiya li dijî kurdî û gelê kurd em dixwazin di çarçoveya lêpirsîna dozgeriya we bide destpêkirin de gumanbar were cezakirin.”