Melek Çetînkaya serdana Emîne Şenyaşar kir 2021-08-25 14:51:43   RIHA - Dayika esker Melek Çetînkaya ya serdana Emîne Şenyaşar kir, bang li dadger û dozgeran kir û got: “Êdî bes e, ger hûnê edaletê pêk bînin, pêk bînin.”    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê didome. Serdanên piştevaniyê yên Malbata Şenyaşar jî berdewam dikin. Melek Çetînkaya a ji bo kurê xwe yê li Dibistana Herbê ya Hewa ya Eskerî xwendekar bû hat girtin û cezayê muebbetê jê re hatibû dayîn, edaletê dixwaze serdana malbata Şenyaşar kir. Dayika Emîne Şenyaşar, Çetînkaya bi dowiza “Em edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    BILA EDALET PÊK WERE   Çetînkaya ya di serdanê de axivî, wiha got: “Ez weke dayikekê fêm dikim ku Emîne Şenyaşar çi hîs dike lê nikarim bînim ziman. Ez tenê êşa kurê xwe yê li girtîgehê dizanim. Dayika Emîne hem kurê wê di girtîgehê de ye hem jî du kur û hevjînê xwe winda kir. Nedîtina edaletê ya wan nayê qebûlkirin. Em dixwazin di demekî nêzîk de edalet pêk were. Divê evqas zilm li vê dayika pîr neyê kirin. Divê demildest kurê wê yê di girtîgehê de were berdan û kesên komkujî kirin bên cezakirin.”   ‘ÊDÎ BES E EDALETÊ PÊK BÎNIN’   Çetînkaya, bang li dadger û dozgeran kir û wiha axivî: “Êdî bes e êdaletê pêk bînin pêk bînin heke pêk neyin bicehnimin herin. Wan cubeyên xwe ji xwe bikin û herin. Êdî nebin hevkarên vê zilmê. Dozger, dadger û kesên rondikan bi dayikekê didin barîn xêrê ji xwe nabînin. Îro nebe jî helbet wê sibê tiştên we dan kişandin hûn jî dê bikişînin. Wê teqez edalet were.”     ÊŞA HEVPAR   Dayika Emîne Şenyaşar, piştî şahidiniya xwe ya komkujiya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê vegot û lorand, Melek Çetînkaya hembêz kir û her du dayikan demekî dirêj rondik barandin. Çetînkaya ya demekê bi dayikê re nöbet girt, pişt re ji qadê veqetiya.