Beştaş: Doza Mehmet Sîncar bi xetereya dem borînê re rûbirû ye 2021-08-25 15:18:08   AMED – Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser xetereya dem borînê ya li ser doza kuştina Mehmet Sîncar û got: “Partî guherîbin jî lê polîtîkaya necezakirina kujerên kurdan naguherin. Duh Tansû Çîller bû îro jî Bahçelî heman tiştî dike.”    Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hatibû kuştin. Doza derbarê kuştina Sîncar de wê di 6’ê îlonê de li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Serhat Eren û Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn beşdarî civînê bûn.    DEM BORÎN NABE    Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn bal kişand ser serdema qetilkirina Sîncar û serdema doza wî û got: “Sîncar bi zanebûn hat qetilkirin. Darizandinek heqîqî nehat kirin. Dosyeya dozê ji meha adarê ve li ber destê dogeriyê ye lê heta niha mutala nehatiye pêşkêşkirin. Li Tirkiyê rewşa dem borînê heye. Nabe ku di sûcên li dijî mirovahiyê de dem borîn were sepandin.”    ‘KUJER DEWLET E’    Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî destnîşan kir ku 28 sal in ew li pey dozê ne û got: “Kujer ne kesek e. Kujer Tansû Çîller û gelek kesên din in. Helbet wê rojekê kujer derkevin holê. Li Tirkiyê edalet nîne. Heke edalet hebûya dembihorî wê nebûye. Kujer pergal bi xwe ye, dewelet e. Ew lehengên gelê xwe bûn. Serê me bilind e û em ê heta dawiyê li pey doza wan bin. Bila dewlet viya baş bizanibe, sûcdar e, hûn sûcdar in.”    PARTÎ GUHERÎN LÊ KUJERÊN KURDAN NEGUHERÎN    Parlamentera HDP’ê ya Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ser doza Sîncar û wiha got: “Polîtîkaya necezakirinê didome. Kujeran dernexistin holê. Partî her çiqas hatibin guhertin jî lê kujerên kurdan heman in. Gotinên wan ên ji bo necezakirinê heman in. Kirinên Tansû Çîllera duh îro jî Devlet Bahçelî bi rê ve dibe. Di serdema îqtidaran hemû de ev dozên wiha girîng bi dembihoriyê re rûbirû hiştin. Di vê dozê de jî em bi xetereya ku kujeran dernexin holê, ser sûc bigirin re rûbirû ne. Di 6’ê îlonê de wê danişîna dozê li Dadgeha Amedê were lidarxistin û doz bi xetereya dem borînê re rûbirû ye. Dozger hêj mutalaya xwe nedaye. Biryar û belgeya Dadgeha Bilind û DMME’yê heye, lê dozger hêj biryar nedaye. Bêceza hiştin û dem borînê sepanek taybet a ji bo parastina kujeran e.”