Derbarê rojnamevan Kanbal de lêpirsînek din jî hat destpêkirin 2021-08-25 17:14:18   MÊRDÎN - Derbarê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de ji ber nûçe çêkiriye, lêpirsînek din jî hat destpêkirin.    Derbarê nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal de ji ber nûçeyek çêkiribû bi îdiaya “kesên di têkoşîna li dijî terorê de wezîfe kirine, hedef daye nîşandan” lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê lêpirsîn da destpêkirin. Nûçeya Kanbal çêkiribû di 19’ê mijdara 2020’an de di ajansa me de bi ser navê “Di 3 salan de zarok 30 caran hat binçavkirin: Li dayika wê dan” hatibû weşandin. Ji ber vê nûçeyê ye li Kanbal derbarê lêpirsîn hatiye destpêkirin û Kanbal çû Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê û îfade da polîsan.    Polîsan ji Kanbal pirsên derbarê nasnameya polîsan de kî daye wî û çavkaniyên wî nûçeyan pirsîn. Kanbal sûcdariya li ser xwe red kir û wî derbarê polîsên sûc kirine de nûçe kiriye û dozgeriyê jî derbarê wan polîsan de lêpirsîn daye destpêkirin û didome. Kanbal piştî îfade da ji Miduriyeta Polîsan derket.