Behsa girtîgehê kir: Tekane armanc serketin e 2021-08-26 09:04:34 ANTALYA - Veysî Ozkaçan ku ji Girtîgeha Doşemealti ya Tîpa L'yê derket, diyar kir ku li girtîgehê tecrîd giran bûye û tekane armanca çalakiyên greva birçîbûnê serketin e.  Veysî Ozkaçan (47) ku di sala 2015'an de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" hat girtin û 5 sal û 10 meh ceza lê hat birîn, di 20'ê Tebaxê de ji Girtîgeha Doemealti ya Tîpa L'yê derket. Ozkaçan, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Ozkaçan, destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîdeke girankirî heye û bi pêkanînên derî mirovahiyê re rû bi rû mane.    ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ   Ozkaçan got: "Tu asîmanan jî nabînî. Gava tu diçî hewadariyê, tenê tu 6 metreyan pêşiya xwe dibînî. Ev bandorek mezin li jiyana mirov dike. Tiştekî dijî mirovhaiyê ye." Ozkaçan, bilêv kir ku mafên nûçewergirtinê tê astengkirin û rojnameyên muxalif naên dayîn û got: "Girtî bi awayekî sergirtî tên cezakirin. Gava mirov ji derve lê mêze dike, dibêjin 'ma nebe ê çi bibe', lê hê jî mirovên bi dehan salan girtî hee. Bifikirin hin girtî 20-30 sal in nizanin li derve çi diqewime."    PIŞTÎ PANDEMIYÊ   Ozkaçan, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan zêde bûne û demeke dirêj hevdîtin nehatine kirin. Ozkaçan, diyar kir ku di hevdîtinên girtî de jî dengên wan hatiye tomarkirin û ji ber hin gotinan derbarê hin girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê hatine kirin û ji bo girtiyen tu qadeke jiana taybet nemaye. Ozkaçan, destnîşan kir ku armanca van pêkanînan ew e ku vîna girtiyan radest bigirin û nexasim jî li dijî girtiyên siyasî şerekî derûnî tê kirin.    Ozkaçan, da zanîn ku li qawîşa ku lê dima 28 ranza hebûn, lê 38 kes lê diman û got: "Berî pandemiyê çalakiên civakî kêm bûn. Bi hinceta pandemiyê bi temamî hatin astengkirin. Qawîşên me bi zanebûnî ji hev dihatin dûrxistin. Ev jî awayekî din ê tecrîdê ye. Hefteyê saetek wextê me yê gogê hebû, li bi hinceta pandemiê hat qedexekirin."    SERKETIN   Ozkaçan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah ocalan hatine destpêkirin û got: "Bi van pêkanînan bêrûmetî li girtiyan tê ferzkirin. Em ragirtina li girtîgehê ya ji ber fikirên me, wekî dîlgirtinê qebûl dikin. Ji lew re me tu sûc nekiriye. Ji bo vê jî tiştekî em jê poşman bibin tune ye. Lê belê girtîbûna me bi awayekî kêfî didome. Her wiha li hemû girtîgehan ji bo azadiya Rêberê me (Ocalan) çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Çalakî bi awayekî dorveger, 15 rojan carekê, didome. Çalakî bi moral û abweriyeke mezind idome. Tekane armanca wê serketin e."    MA / Omer Akin