Ocalan, ji bo Şengalê bal kişandibû ser xweparastinê 2021-08-26 09:07:48 STENBOL - Kurdên êzidî ku di 2014'an de bi êrişên DAIŞ'ê re qirkirina 73'yan hat serê wan, niha jî bi êrişên Tirkiyê re rû bi rû ne. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berê ji bo êzidiyan gotibû "bila avakirina jiyana xwe ya azad bidomînin" û ji bo vê bal kişandibû ser girîngiya xweparastinê.  DAIŞ ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ku di sala 2011'an de dest pê kir, ji hêla hin hêzên global û herêmî daxilî qadê hat kirin û bi tabetî li Iraq û Sûriyeyê li hemberî etnîsîte, nasname û baweriyên cuda dest bi qirkirinan kir. DAIŞ'ê li Mûsilê çekên giran ên artêşa Iraq û li Reqayê jî yên artêşa Sûriyeyê bi dest xistin û gav bi gav dest bi projeyên xwe yên qirkirinê kir.    DAIŞ, li Mûsilê bêyî ku leqayî berxwedanekê bê bi dest xist û paşê kurdên êzidî, şebek û kakaî, şiî û tirkmenên serî li ber netewandin kir hedef. Enbar, Fellûce, Ramadî, Tîkrît, Baac, Havîce, Mûsil û Telafaerê xist bin kontrola xwe û warê êzidiyan Şengalê dorpêç kir.    Di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşên li hemberî Şengalê dest pê kirin. Êzidiyên ku artêşa Iraqê û pêşmergeyên Herêma Kurdistana Federe ew bi tenê hiştin, bi fermanda 73'yan re rû bi rû man. Di dema êrîşan de nêzî 400 hezar êzidî ji bêgavî terka warê xwe kirin. Di dema koçberiyê de 280 kes ji birçîîna û tîna jiyana xwe ji dest dan. Di navbera 4 hezar û 5 hezar û 800 kes jî hatin revandin. Bi sedan kes jî hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin. Heya niha 12 gorên komî hatine tespîtkirin û hê jî bi sedan êzidî winda ne. Ev êrîş, fermana 73'yan bû ku hat serê êzidiyan.    Di qirkirinê de hemû cîhanê xwe li bêdengiyê danîbû. Lê bes hêzên HPG û YPG'ê bi hawariya êzidiyan de çûn.    Hêzên HPG û YPG'ê korîdorek vekirin û bi vê korîdorê êzidî gihandin qadeke ewle û paşê li hemberî DAIŞ'ê şer kirin û axirê Şengalê ji dest DAIŞ'ê derxistin. Piştî vê êzidî ketin nav hin hewldanan ji bo avakirina xweparastina xwe. Ewilî Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Êzidxanê (YJE) ava kirin. Niha ên Şengalê diparêzin, ev hêz in.    TIRKIYE ÊRIŞ DIKE    Êzidiyên ku di sala 2014'an de DAIŞ'ê êrîş biribû ser wan û xwestibû wan qir bike, niha jî bi êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Tirkiyeyê di 16'ê Tebaxê de êrîş bir ser Şengalê. Di êrîşa hewayî de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. PIştî van êrîşan bi çend saetan vê carê jî li gundê Sikêniyê navenda tenduristiyê bombebaran kir. Di êrîşê de 4 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji roja roj de di warê gefên li ser êzidiyan de pêşniyarî û hişyarî kirine. Ocalan, di dema hevdîtinên bi parêzeran re û bi malbata xwe re, bi taybetî li ser Şengalê sekinîbû.    Ocalan, hê şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê nekiribû û bi navê DAIŞ'ê rêxistinek tune bû, îşaret bi gefên li ser êzidiyan kiribû.    Di 28'ê Kanûna 2006'an de, di hevdîtina bi parêzeran re, diyar kiribû ku bi taybetî dê qewimînên li Iraqê veguherin meseleya man û nemanê, lewma teqez divê her kurd li ser van tiştên dê biqewimin bifikire. Ocalan, bi xisûsî jî îşaret bi qewimînin li Iraqê kiribû û gotibû: "Piraniya Şengalê êzidî ne. Dibe ku bi komkujiyekê re rû bi rû bimînin. Bi heman awayî Mexmûr jî, wekî min berê gotibû dibe ku bi komkujiyekê re rû bi rû bimînin. Divê tevdîr bên girtin. Niha rewşa li Iraqê ji ya Şerê Cîhanê yê Dudoyan xerabtir e. Di Şerê Cîhanê yê Dudoyan de her du alî dizanibûn dê çi bikin, lê li Iraqê kes nizane dê kî çi bike. Dibe ku pêvajoyeke xwînî dest pê bike."    ÊRIŞ   Piştî vê hişyariya Ocalan bi çend rojan, di 14'ê Tebaxa 2007'an de li Şengalê li hemberî Sîba Şêx Xidir û Tilizerê êrişên bombeyî hatibûn kirin. Di van êrîşan de di ser 700'î re mirov jiyana xwe ji dest dabûn.    GOT 'DÊ ÊRÎŞÊN HER SÊ WELATAN ZÊDETIR BIBIN'    Piştî van êrîşan di hevdîtina 5'ê Îlona 2007'an de, Ocalan vê carê ev tişt gotibûn: "Wekî hûn dizanin, min berê jî bal kişandibû ser qetilkirina êzidiyan û hişyar kiribû. Derbarê Îranê de jî. Îran, pir bêrehm e, dewleteke xurt e û dê komkujiyê bike... Talabanî û Barzanî, ji ber ku têkildarî êzidiyan de pergaleke parastinê çênekirin, pêşî li ber vê komkujiyê vebû. Ne pêkan e ku civakeke bê pergala parastinê, karibe xwe biarêze. Talabanî-Barzanî jî dê nikaribin xwe wisa tim biparêzin. Helwesta wan a siyasî, li gor konjukturê diguhere. PÇDK jî şaşîtiyê dike! Tevdîrên gelê me yê li wir ê bêparastin, nagire. Ranabe pergala parastinê ava nake û pêşî li ber komkujiyê nagire. Heger tu pergala parastinê ava nekî, tu yê çawa gel biparêzî? Dê Sûriye, Tirkiye û Îran di pêş de jî çalakiyên xwe yên bi vî rengî zêdetir bikin, dê çalakiyên hîn mezintir çêbibin. Îran komkujiyan di ser Hîzbullahê re, Sûriyyye jî dê di ser rêxistinên ereb re bike. Min berê jî hişyar kiribû, ne wisa dê li hemberî êzidian êrîş çêbibin? Çima di warê ewlehiyê de tevdîr nayên girtin? Li Kerkûkê jî her roj komkujî çêdibin. Heger ji bo parastinê derfet ji bo gel bên peydakirin, dê nikaribin wisa biçin gundan û bi wesayyît mesayîtan çalakiyên pêncsed kîloyî bikin. Komkujiya Şengalê, operasyonên Îranê, meseleya napalmê ku hûn behsa wê dikin û cezayên hucreyên yên li min hatine birîn, hemû girêdayî hev in."    KONGREYA NETEWEYΠ   Piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê ku di 2014'an de kiribû, Ocalan di hevdîtina 15'ê Tebaxê ya bi heyeta HDP'ê re, cardin bal kişandibû ser Şengalê:   “Çima tiştên ku min salek berê li vir dîtin, nabînin? Siyaset bi vî awayî nayê kirin. Siyaset, ew huner e ku nehêle ev tişt bên serê gel. Rêber, vê rewşê qebûl nakin. Em ne vê komkujiyê ji bîr dikin an jî ne qebûl dikin, ne jî radibin hêsiran dibarînin. Rol û rista me diviyabû, em pêşî li ber vê bigirin. Ez pir li ber dikevim, ji ber vê kêmasiya hevaln hêrsa min radibe... Diviyabû tevdîr berê bihatan girtin... Di dîroka mirovahiyê de ev komkujî qet nayên jiîrkirin. Heger bê jibîrkirin, nexwe çena wijdan jî bi te re nemaye."    Ocalan, di heman hevdîtinê de destnîşan kiribû ku qewimînên li Şengal, Rojava û Mûsilê nîşan didin ku bê Kongreya Neteweyî çi qasî bivê nevê ye. Ocalan, di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku demildest divê kurd Kongreya Neteweyî li dar bixin û got: "Min behsa girîngiya hêza aştiyê kiribû. A ha, tam ji bo rojên wisa hewce bû. Gava ez dibêjim hêza aştiyê, ev hemû ketibûn etra qadên xwe yên hegemonîk. Halbûkî siyasetê, pêşbînîtî ye. rêbertî jî, ne ew e u piştî qewimînan bibêje 'em ê çi bikin.' Divê beriyya qewimînan, tu bibînî. A ha, ev tiştên qewimîn, bi kêrî çi hatin?"    Ocalan, di hevdîtina 14'ê Adara 2015'an de ku bi heyeta HDP'ê re kiribû, ji bo ferzkirinên PDK'ê yên li sr Şengalê jî ev tişt gotibûn: "PDK, ferz dike, Qendîl jî dibêje 'ez ê vekişim.' Bergirtina bi PDK'ê ev e. Çima ji Şengalê, ji Kerkûkê vedikişe? PDK nexwaze jî, gel nexwaze jî dê bimîne. Heger li Şengalê komek gerîlla hebûna, dê ew qas mirov nehatine qetilkirin... Ev (DAIŞ), dê li wir tirkmen, êzidiyan nehêlin... PDK, Şengalê hêla, Mûsilê hêla, reviya çû. Ma ez ê we rizgar bikim? Min Sûriyeyê ji dest wan derxist. Çekek min, zilamek min, tu tiştek min jî tune bû. Wê demê malbatekê kincekî pêşmergeyan ji min re anî û li min kir. Barzanî rabû, ev malbat hemû qetil kir. Me heya dawiyê rê li ber derfetan vekir. Min gotibû dê Barzanî jî bê kongreyê. Divê xebatên Kongreya Neteweyî bi lez bên kirin. Heger ev pêk bê, dê hêzên Rojhilata Navîn bike berx. Gelê êzidî hêja ye. Ez meclîsa wan pîroz dikim. Dê bi xwe xweparastina xwe bikin, em wisa ji bextê PDK'ê re nahêlin."     ‘BILA AVAKIRINA JIYANA XWE YA AZAD BIDOMÎNIN'    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 5'ê Hezîrana 2019'an de di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re jî, li ser rewşa êzidiyan sekinîbû.    Mehmet Ocalan, ragihandibû ku Rêberê PKK'ê ragihandiye ku gelê Şengalê ji wî û Tevgera Azadiyê ya Kurd pir hez dike û gotiye: "rast e, ez jî pir ji wan hez dikim. Em ji bo azadiyê Şengalê dikarin behsa du bûyeran bikin. Ya ewil têkoşîna Derwêşê Evdî û ya din jî ya hevalên me ye. Gelê Êzidî li deverek ji Şengalê heya Reqayê bi komkujiyê re rû bi rû ma. Lê me li van qadan hêzên komkujer berteref kirin û me heyyfa gelê êzidî stend. Lewma pir dilxweş im. Ez rêz û hurmetên xwe ji gelê Şengalê re dişînim. Bila êdî ne qilqilin. Bila avakirina jiyana xwe ya azad bidomînin."    MA / Ferhat Çelîk