Hestiyên li derûdorê belav bûbûn bi hêsirên çavê xwe veşart! 2021-08-26 11:02:08 WAN - Gayane Gevorgyan a ku çû serdana goristana ermenan a li Wanê hat tunekirin diyar kir ku wê hestiyên li derûdorê belav bûne di nava hêsirên çavên xwe de veşartiye û got: “Qet nebe ji miriyan re rêz bigirin.”   Li gundê Lezk a bi ser navçeya Tûşba ya Wanê ve goristana ermenan ji aliyê wî kesê îdia dike ku xwediyê wî eraziyî ye ve hat tarûmakirin. Bi makîneyên kar goristan hat demûdûzkirin. Hestî li derûdorê belav bûn. Gayane Gevorgyan a ermen ku di serdema komkujiya ermenan de malbata wê ji Westanê koçî Ermenistanê kiriye û niha li Wanê dijî serdana goristanê kiriye. Gevorgyan destnîşan kir ku wê di serdanê de hestiyên li derûdorê belav bûne bi destê xwe carek din veşartiye.    ‘RÊZÊ NÎŞANÎ MIRIYAN BIDIN’    Gevorgyan da zanîn ku wextê wê serdana goristanê kiriye gelek giriyaye û got: “Şeş sal in hatime Wanê. Yekem care bi hovîtiyek wiha re rûbirû dimînim. Dixwazin şop û war û gorên me tune bikin û paqij bikin. Her tim ji min re dibêjin ‘tu ermenî yî, çi xweş, xwezî neçûna ev der behişt e’ Keremkin vaye li vî halî binêrin. Behişt e an dojeh e, biryarê bidin. Hêj gelek ermen li gorên bav û kalên xwe digerin. Qet nebe ji miriyan re rêzê bigirin.”    ‘DEST NEDIN GOR Û DÊRÊN ME’   Gevorgyan anî ziman ku cihê ku hatiye demûdûzkirin dê mal werin çêkirin û divê li ser goran mal neyên çêkirin û got: “Dilê min digirî. Heman tiştî li Azerbaycanê li dijî gorên ermenandikin. Ji xelkê Wanê êdî rica dikim bila gor û dêrên ermenan nekolin. Bila xera nebin ku em ermen dikaribin serdana wir bikin. Rewşek gelek xemgîn û bi êş e. Ez ê qet ji bîr nekim. Kolandina goran janê xist dilê min. Ji kes ango kesên wisa kirine, dixwazim bipirsim; heke gorên we bûna we yê çi bertek nîşan bidaba?”    MA / Dîndar Karataş