Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir 2021-08-26 13:17:07 ŞIRNEX- Baroya Şirnexê giliyê Dîdem Arslan kir.  Bertek û nerazîbûnên li dijî Dîdem Arslan a di qenaleke televîzyonê de bi gotina “Bi tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyeyê ye” mevana wê ya xwest bi kurdî biaxive ji ser telefonê girt didomin. Baroya Şirnexê, giliyê Dîdem Arslan  kir.    Di daxwaznameya giliyê ya ji Dozgeriya Cizîrê re hat şandin de, wiha hat gotin: "Dîdem Arslan Yilmaz di bernameyekê televîzyona de li dijî zimanê Kurdî û gelê Kurd sûcê cihêkarî û nefretê kiriye. Em weke Baroya Şirnexê ji ber vê sedemê giliyê wê li dozgeriya Cizîrê dikin."