DÎSKÎ’yê cezayê ava ‘qaçax’ li 4 hezar 500 malbatan birî 2021-08-26 15:52:13 AMED - DÎSKÎ ya girêdayî Şaredariya Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye li navçeya Bismilê bi îdiaya 4 hezar û 500 malbat ava qaçax bikar anîne di navbera 2 hezar û 4 hezar lîre de cezayê pere li wan birî.  Miduriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, îdia kir ku li Bismilê ava qaçax hatiye bikaranîn û cezayê pereyan li 4 hezar û 500 malbatan birî.    'BILA DÎSKÎ Û DEDAŞ DEV JI ŞAŞÎTIYÊ BERDIN'    Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûmd anîn şûna wê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ser birîna ceryanê ya ku DEDAŞ bi hêceta “qaçaxiyê” pêk tîne û got: “Li Bismilê li 4 hezar û 500 malbatan cezayê ava qaçax hatiye birîn. Piştî DEDAŞ’ê zilma DÎSKÎ hat, di dorê de kîjan zilm heye? Li navçeya me, DÎSKÎ’yê bi hêceta ava ‘qaçax’ bikar aniye, di navbera 2 hezar û 4 hezaran lîreyî de cezayê pere li 4 hezar û 500 malbatan birîne. Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hesas tevbigerin. Em bang li DÎSKÎ û DEDAŞ’ê jî dikin ku dev ji vê şaşîtiyê berdin.”