Di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqîn çêbû 2021-08-27 07:57:58 ŞIRNEX - Li taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Elkê, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de, teqîn çêbû.    Li taxa Karşiyaka ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, duh di saetên şevê de, di dema derbasbûna wesayîta polîsan de, teqîn çêbû. Piştî teqînê têkildarî mirî û birîndaran tu agahî nehatin bi dest xistin, lê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatine kirin.   Li aliyê din, gelek polîs û esker sewqî cihê bûyerê  hatin kirin.