ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2021'AN 2021-08-27 09:00:09 * Du kesên ku ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Efrînê de hatin darizandin, dadgehê derheqê wan de biryara beraetê dabû. Lê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta "hevokên bi kurdî parve kirine" îtiraz kir.  * Desteya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê "poşmantî" li girtî Firat Can ferz kiriye û ji ber ku Can qebûl nekiriye nayê berdan. Malbata Can, bertek nîşan da û diyar kir ku ya tê kirin zordestî ye.    * Endama Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Nergîz Guzel, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê şermezar kirin û anî ziman ku armanca van êrişan "tunekirina bîra kurdî" ye.    * Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Sînan Mûşlû, anî ziman ku ji bo ji heyameke baş ya perwerdehiyê divê li her dibistanê xebatkarên tenduristiyê bên peywirdarkirin û kêmasiya di warê mamosteyan de bê temamkirin.    * Li Pasûrê û 33 gundên wê, di warê avê de pirsgirêk hene. Li navçeyê rojê 2 saet û nîvan av tê berdan. Welatî li benda helkirina pirsgirêkê ne.    * Akademîsyen Feyzî Erçîn ku ji aliyê "rektorê qeyûm" ê nû yê Zanîngeha Bogazîçiyê ve peywira wî hat bidawîkirin, anî ziman ku israra îqtidarê ya ji bo qeyûm, hewldaneke bêhûde ye.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 172'yemîn berdewam bike.    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan wê bi hevserokên rêxistinên bajaran ên partiya xwe re têkildarî geşedanên siyasî û nexşerêya xwe nû nîqaş bikin li hotêlek Enqereyê civîn li dar bixin. (10.00)   * KESK wê li dijî Girêbesta Komkarî (TÎS) ji bo rojekê dev ji kar berde û li gelek bajaran daxuyanî bide. (12.00)   * Şaxa SES'ê ya Şirnexê dê têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên li bajêr li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.30)    * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê bi dirûşma "Jin li dijî şer, talan, tecrîd, nijadperestiyê aştiyê diparêzin" li navçeya Sûrê ya Amedê hevdîtina jinan li dar bixe. (17.30)