Ji ber ku ferzkirina 'poşmaniyê' qebûl nekir nehat berdan 2021-08-27 09:04:21 STENBOL - Desteya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê "poşmantî" li girtî Firat Can ferz kiriye û ji ber ku Can qebûl nekiriye nayê berdan. Malbata Can, bertek nîşan da û diyar kir ku ya tê kirin zordestî ye.  Girtiyên înfaza xw etemam kirine, ji ber biryarên Desteya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê nayên berdan. Yek ji van girtiyan jî Firat Can e. Can, di Girtîgeha Denîzlî ya Tîpa T'yê de ye. Berî temambûna înfaza nivîskar Can bi çend rojan, desteyê jê re gotiye heger bibêje "poşman i" û derbarî qawîşan edliyan bibe, dê bê berdan. Can jî li ber vê rabûye û ji ber vê nayê berdan.    Malbata Can bertek nîşanî vê da.   FERZKIRINA POŞMANTIYÊ    Bav Mehmet Alî Can, diyar kir ku kurê wî zêdetirî 11 sal in girtiye û li bendê bûne bê berdan, lê bi tiştekî wisa re rû bi rû mane. Bav Can, anî ziman ku kurê wî di telefonê de ev tişt gotine: "Kurê min, berî cezayê wî biqede bi çend rojan daxwaznameyê dide rêvebiriya girtîgehê. Paşê midûrê girtîgehê jê re gotiye, 'Firat ma tu dizanî dê cezayê te biqede?' Kurê min jî gotiye, 'Belê, dizanim.' Dîsa heman kesî ji kurê min re gotiye, 'Madem tu dixwazî bê berdan, nexwe tu yê bibêjî ez poşman im û divê tu ji qawîşa siyasîd erkevî, biçî qawîşan edliyan. Em ancax bi vî awayî dikarin te berdin., wekî din em nikarin te berdin.'"    Can, bertek nîşan da û got: "Ev ne edalet e. Belesebeb kurê min girtin. Tekane 'sûcê' wî, têkoşîna wî ya ji bo mirovahiyê ye. Madem edalet heye, nexwe çima kesekî cezayê wî qediyaye bernadin?"    ZORBETÎ   Dayik Raîfe Can jî anî ziman ku tekane sûcê kurê wî, têkoşîna ji bo mafan e û got: "Cezayê wî qediya. Ez li bendê bûm cezayê wî biqede. Çavên min tim li rêya wî bû, lê xebera neberdana wî hat. Çima nayê berdan? Gava min bihîst cezayê wî qediyaye min cihê wî û kincên wî hazir kiribûn. Her tişt temam bû, tenê ew kêm bû. Lê sibeha wê rojê xebera neberdana wî hat. A tê kirin zorbetî ye. Ez heta dawiyê li pişta kurê xwe me û heya mirinê ez ê piştgiriya wî bikim."    Can, destnîşan kir ku girtiyên siyasî ne sûcdar in û ji bo berdana girtiyên siyasî bang kir.