Osman ê ku çeteleya Tirkiyê ya li ser Kurdistana Federe amade dike: Erdogan Hewlêrê weke axa xwe dibîne 2021-08-27 11:15:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarê Tîma Navbeynkar a Xirîstiyan Kamaran Osman got: “42 baregeh, 80 ÎHA/SÎHA yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hene. 116 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 148 gund hatin valakirin. Her roj 690 ton êzing tên transferkirin. Bi PDK’ê re peymana 50 salan hatiye çêkirin. Erdogan Hewlêrê wek axa xwe dibîne.”    Faliyetên wek eskerî, siyasî û îqtîsadî yên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Tîma Navbeynkar a Xirîstiyan (CPT) çetele ango tiştên li ser başûrê Kurdistanê diqewimin tomar dike. Ji ofîsa CPT’iyê ya Silêmaniyê Kamaran Osman ji sala 2015’an ve qeydên li herêmê tomar dike bi ajansa me re parve kir.    34 SAL IN LI SER BINPÊKIRINA MAFAN DIXEBITE    Osman behsa xebatên saziya xwe kir û got saziya wan di sala 1987’an de li Chicagoyê hatiye damezrandin û pişt re her ku çû mezin bûye û niha ofîsên wê li Kolombiya, Kanada, Filistîn, Yewnanistan û Kurdistana Iraqê hene. Osman da zanîn ku wan ofîsa li Silêmaniyê ji sala 2006’an ve vekiriye û li wê ofîsê dixebite û got: “Em çeteleya bombebarana Tirkiyê ya li ser başûrê Kurdistanê digirin. Çend kes hatin kuştin, çend kes hatine birîndarkirin, çend gund hatin valakirin, çend kes ji cih û warên xwe bûne, di encama êrişan de çiqas şewat derketin, çiqas zirar rû daye û bandora van êrişan a li ser xelkê herêmê çi ye, van hemû kirine rapor. Em ji bilî vê jî mafê aktîvîstên sivîl, parêzvanên mafê mirovan, rojnamevanan û kesên bi zextan re rûbirû ne diparêzin. Em hemû binpêkirinên mafan, tundî û zextan dikin rapor.”    ‘TIRKIYE SIVÎL Û NEXWEŞXANEYAN DIKE HEDEF’    Kamaran bal kişand ser faliyetên Tirkiyê yên li başûrê Kurdistanê û wiha got: “Tirkiye îdia dike ku li herêma Kurdistanê ewlehiya herêmê diparêze. Ev herêm ji Zaxoyê heta Hewlêr, herêma Kelaşîn û Sidekan dirêj dibe. Li ser vê xeta sînor 42 heb baregehên leşkerî yên Tirkiyê hene. 80 heb balafirên bêmirov (ÎHA/SÎHA) li herêmê bikar tîne. Ji tebaxa sala 2015’an vir ve li herêmê 116 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 139 welatiyên sivîl birîndar bûn. 148 gund bi temamî hatine valakirin. Tirkiye tenê ne PKK’ê dike hedefa xwe tevahiya gelê kurd kiriye hedefa xwe. Tirkiye îdia dike ku PKK di hedefa wan de ye, lê belê ev ne rast e, çimkî sivîlan jî dikin hedef. Wek mînak; Tirkiyê di 17’ê tebaxê de êrişek esmanî li dijî nexweşxaneyek Şengalê pêk anî û di vê nexweşxaneyê de hem endamên YBŞ’ê û hem jî xebatkarên tenduristiyê hebûn. YBŞ parçeyek artêşa Iraqê ye, YBŞ ne PKK ye. Li wê nexweşxaneyê di roja êrişê de 13 welatiyan tedawiya Kovîd-19’ê didît.”    ‘ERDOGAN HEWLÊRÊ WEK AXA XWE DIBÎNE’    Osman destnîşan kir ku Tirkiye ji bo ku Kurdistana li Iraqê dagir bike li fersendekê digere û got: “Jixwe Serokkomarê Tirkiyê Erdogan axa Hewlêrê wek wek axa xwe dibîne. Armanca wî ew e ku sînorên Misak-i Millî ji nivû ava bike û ji bo ku xeyala xwe ya Osmanîtiya Nû pêk bîne.    ‘TIRKIYE SÛCÊ ŞER DIKE’    Osman anî ziman ku li gorî Peymana Cenevreyê û gelek peymanên navnetewî bombebarankirina nexweşxaneyê û sivîlan sûcê şer e û wiha got: “Ev ne cara pêşî ye ku Tirkiye vê yekê dike. Sala par jî û salên berê jî viya kir. Li herêma Berwariyê li du dibistanan dan. Ew dibistan carek din nehatin vekirin. Ev êrişên tên kirin li gorî peyamanên navnetewî sûcên şer in. Hûn neçarin leşkeren dijminên xwe jî tedawî bikin. Peymanên navnetewî viya dibêje. Dixwazim viya ji Tirkiyê re bêjim; şer tu pirsgirêkê çareser nake, berevajî vê pirsgirêkan derdixe. Dewleta Tirkiyê û PKK 40 sal in şer dikin. Banga me ew e ku pêvajoyek nû ya aştiyê dest pê bike. Em dubare dibêjin, divê Tirkiye dewletek din dagir neke. Ev ji tu armancê re xizmet nake.”    MA / Zelal Fîdan