Endamê Meclîsa HDP’ê hat revandin, îşkence lê hat kirin û xwestin tecawiz bikin 2021-08-27 11:45:23 STENBOL - Endamê Meclîsa HDP’ê Celalettîn Yalçin ê ku ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ve hat revandin, îşkence dît û “sîxurtî” lê hat ferzkirin diyar kir ku ji ber ferzkirinên wan kesan qebûl nekir rastî hewldana tecawizê ya wan kesan hat û anî ziman ku wan kesan xwest bi darê zorê Sirûda Îstîklalê bi wî bidin xwendin. Di demên dawî de endamên Meclîsa HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve tên revandin û “sîxurtî” li wan tê ferzkirin. Li Stenbola ku beriya niha gelek caran bûyerên revandinê çêbûn, yeke din lê zêde bû. Endamê Meclîsa HDP’ê Celalettîn Yalçin ê beşdarî xebatên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) yên di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeya “Em bibin yek em ê qezenc bikin” di 25’ê tebaxê de dane destpêkirin bû, piştî xebatan dema vegeriya malê, ji aliyê kesên ku xwe weke polîsan dan nasîn ve hat revandin.    Yalçin, ê destên wî bi piştê ve hatin kelemçekirin, çavên wî hatin girtin û li daristana ku birinê îşkence lê hat kirin û sîxurtî lê hat ferzkirin, tiştên jiyan ji ajansa me re vegotin.    ‘WÊ KEKÊN ME WERIN’   Yalçin, bi lêv kir ku piştî xebatên belavokan ên ji bo kampanyaya BMG’ê li navçeya Sancaktepeyê kirin, derbasî Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepeyê bû û anî ziman ku saet di 20.00’an de derket, li otobûsa ÎETT siwar bû derbasî metroya Leventê bû. Yalçin, da zanîn ku dema di derenceyên metroyê de diçû yekî destê wî girtiye û jê re gotiye “Derbarê te de biryara binçavkirinê heye, ez ê te bibim miduriyeta polîsan.” Yalçin, bi lêv kir ku ji wî kesê destê wî girt re biryara binçav kirinê xwest û wiha got: “Wê kesî ji min re got ‘tu dê biryarê li miduriyeta polîsan bibînî’. Destên min bi paşve kelemçe kirin, serê min çemand û ez li wesayîtê siwar kirim. Pişt re jî çavên min hatin girtin. Di wesayîtê de çend kesên din jî hebûn. Di wesayîtê de ji min re gotin ‘wê kekên me werin heke tu bersivên guncav bidî wan em ê te berdin.’ Piştî saetekê wesayîteke din nêzî wesayîta ku em tê de bûn bû, ez peya kirim û li wesayîteke din siwar kirim.”   DESTÊN WÎ HATIN GIRÊDAN    Yalçin, anî ziman ku dema ji kesên ew revandin re pirsa hûn dê min kî ve bibin kir ji wî re gotine ‘em ê hinek sohbetê bikin û te berdin’. Yalçin, anî ziman ku bi wesayîtê piştî nêzî 2 saetan rê çûn, wesayît li cihekî sekini û hin kesên din jî li wesayîtê siwar bûn û wiha berdewam kir: “Ji ber çavên min girêdayî bûn min nedît ku kî li wesayîtê siwar bûn. Dema ez ji wesayîtê peya kirim pêlavên min derxistin. Cihê min pê lê kir ax û devî bûn. Ez birim malekê û ser devkî li erdê dirêj kirim. Dûre dest û lingên min çep û rast girêdan. Ji min re gotin ji kengî were li Stenbolê dijî. Min jî got ez li Stenbolê ji dayik bûme. Dîsa gotin di nava karên îllegal de dixebitim. Min jî got ez endamê Meclîsa HDP’ê me û xebatên xwe bi awayekî aşkera bi rê ve dibim.”   HEWLDANA TECAWIZÊ   Yalçin, bi lêv kir ku bi darê zorê kifteyên bixwê û birûn bi wî dane xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwestin min tî bihêlin û bidin axaftin. Dûre cilên min ji ber min kirin û li min dan. Ewilî bi pêhna li min xistin. Gotin ‘heke tu gotinên me bi cih bînî em ê derfetan pêk bînin’ û sîxurtî ferz kirin. Lê min qebûl nekir. Piştî ku bi îşkenceyê encam negirtin, hewl dan ku tecawiz bikin. Ez tazî kirim û dîmenên min kişandin.”   FERZKIRINA SIRÛDA ÎSTÎKLALÊ   Yalçin, da zanîn ku ji ber sîxurtî qebûl nekir îşkenceyên giran lê hatin kirin û wiha pê de çû: “Ji min re gotin ‘em ê te qisir bikin’ û penîsê min şidandin. Xwestin bi darê zorê Sirûda Îstîklalê min bidin xwendin. Piştî demekî dirêj bi awayekî çavên min girtî û destên min kelemçekirî ez birim cihekî din. Ser çokan, bi çeka gule dan ber xistin serê min û gotin ‘şehadetê bîne’. Piştî ku ji îşkenceyan encam negirtin ji min re gotin ‘Em cara dawî mafê jiyanê didin te. Heke tu Stenbolê terk nekî careke din em vî mafî nadin te.”   ‘LI DARISTANÊ EZ BERDAM’   Yalçin, anî ziman ku saet di 06.00’an de li derdora Tûzlayê ew berdan û ev tişt got: “Tu tiştên min nedan min, 3 hezar lîre pere, telefon û çenteyek bi min re bûn. Ez bi binkiras ve danîn kêleka otobanê. Min du saetan hewl da ku xwe bigihînim hin kesan. Piştî ku demekî dirêj li wir mam otobûseke ÎETT’ê ez siwar kirim. Min di otobûsê de telefon li malbata xwe kir û xwest min bigirin. Du saetan zêdetir nîvtazî sekinim. Dûre xizmekî min ji Bagcilarê hat ez wergirtim.”   ‘ÊZ Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIM’   Yalçin, bi bîr xist ku beriya niha jî bûyerên revandinê çêbûn û wiha axivî: “Li dijî, revandin, îşkence û komkujiyê ez qet ji têkoşîna xwe paş ve gav naavêjim. Têkoşîna ku em didin em ê mezintir bikin. Ez ê ligel hemû zext û îşkenceyan li Stenbolê xebatên xwe bidomînim.”   ÎŞKENCE DI RAPORÊ DE CIH GIRT   Yalçin, derbarê îşkenceya lê hat kirin de çû nexweşxaneyê û rapora derbê girt. Îşkenceya ku li Yalçin hat kirin di raporê de cih girt. Yalçin, destnîşan kir ku piştî hin hewldanên pêwîst wê serlêdana sûc jî bike.     MA / Ferhat Çelîk