Ji ber zêdebûna bihayan dest ji çêkirina nan û kadeyan berda 2021-08-27 13:09:19   WAN - Li Wanê, Mûsa Urper ê dikandariyê dike, berteka xwe ya li dijî zêdebûna bihayê ard û rûn bi daliqandina nivîsa "Ji ber zêdebûna bihayê ard û rûn, me firoştina nan û kadeyan raweste” ya bi cama kargeha xwe ve kir, da nîşandan.     Krîza aborî ya li welat tê jiyîn roj bi roj kûrtir dibe. Ji ber vê krîzê bihayê her tiştî zêde dibe. Êdî welatî û karger ji vê rewşê bêzar bûne. Zamên herî dawî jî piştî esnafan xwar kir. Bi taybetî, nanpêj ji zêdebûna bihayê ard û rûn bi gilî û gazincin. Esnafê bi navê Mûsa Urper ê li Wanê, kargeha wî ya pide û lehmecûnê heye, berteka xwe ya li dijî van zaman bi nîşeya li pencereya kargeha xwe ve daliqandî, nîşan da.   Urper bi cama dikana xwe ve nîşeya “Ji ber zêdebûna bihayê ard û rûn, me firoştina nan û kadeyan rawestandin” kir.   Mûsa Urper, pirsgirêkên dijîn vegotin û wiha got: “Di nava salekê de, bihayê ard ji sedî 100 zêde bû. Êdî rewş wisan bûye, di meha dawî de 3 caran bihayê ard zêde kirin. Dibin van şert û mercan de em nikarin qezenc bikin. Ji ber vê em neçar man ku çêkirina nan û kadeyan bi dawî bikin. Di meha derbasbûyî de min kîsekê ard ê 50 kîlî bi 148 TL’an kir. Di heftiya derbasbûyî de min bi 160 TL’an û niha jî min bi 185’ TL’an kirî. Her roj bihayê ard û rûn zêde dikin. Ji ber vê du rojin em nikarin nan bipêjîn. Êdî em zirarê dikin. Ji ber vê me çêkirina nan rawestand.”