Eskeran li Karazê 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin 2021-08-27 14:32:32 AMED - Eskeran bi ser gundê Hewrê yê navçeya Karazê de girtin û 8 kes bi îşkenceyê binçav kirin.    Eskeran duh şev bi ser gundê Hewrê yê navçeya Karaz a Amedê de girtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, eskerên ku derdora gund dorpêç kirin, dûre ketin malan û yek bi yek li malan lêgerîn kirin.    Piştî lêgerîna 3 saet û nîvan eskeran Salîha Narîn, Rojda Narîn, Ûbeydûlah Narîn, Veysî Narîn û 4 kesên din ên navên wan nehat zanîn binçav kirin. Hat ragihandin ku eskeran îşkence li kesên ku binçav kirin, kirine û gef li wan xwarine. Rojda Narîn a di nava kesên hatin binçavkirin de cih digire, li pêş çavên her du zarokên xwe yên 8 û 13 salî îşkence lê hatiye kirin.    Hat hînbûn ku 8 kesên hatine binçavkirin birine Qereqola Cendermeyan a Navçeyê û têkildarî binçavkirina wan tu agahî nehatin bidestxistin.