ÎHD’ê aqûbeta Eren ê di bin çavan de hat windakirin pirsî 2021-08-28 16:35:37   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê aqûbeta Hayrettîn Eren ê di bin çavan de, hat windakirin pirsî.    Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, di çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de aqûbeta Hayrettîn Eren ê beriya 39 salan di bin çavan de hat windakirin pirsî. ÎHD ya ku li pêş Sumerbankê daxuyanî da, pankartên “Kesên winda diyar in faîl li ku ne” û “Kesên winda wijdan in lê xwedî derkeve” vekir. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Îzmîrê Caner Canli axivî.    Canli, diyar kir ku dîroka welat dîroka kesên di bin çavan de hatine windakirin, kiryarên ne diyar û îşkenceyan e û bi lêv kir ku di heman demê de dîroka kesên ku li dijî van têdikoşin e.   HAT WINDAKIRIN   Canli, çîroka windakirina Eren a di bin çavan de xwend û wiha axivî: “Hayrettîn Eren ê di sala 1954’an ji dayik bû, di salên 1970’yê de di nava tevgerên sosyalist de cih girt. Piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yan di 21’ê Mijdara 1980’yê de bi wesayîta bavê xwe hat derbasoka Haşîm Îşcan. Li vir hat binçavkirin û birin Qereqola Karagumrukê. Dema ku malbata wî bûyera binçavkirinê hîn dibe diçe qereqolê û di lênûska binçavkirinê de navê Hayrettîn Eren dibîne. Rayedarên girtîgehê gotin ku Hayrettîn û 8 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin birin Şaxa Siyasî ya li Gayrettepeyê. Ahmet Ozturk, Ahmet Ok, Şaban Arslan, Tûrgût Karataş û Fevzî Rakici yên di heman operasyonê de hatin binçavkirin bûn şahidên binçavkirin û lêpirsînkirina Hayrettîn Eren. Ahmet Ozturk got ‘ez şahid im min ew hem li qereqolê hem jî li şaxa siyasî dît’.”   XWESTIN DOSYAYÊ BIGIRIN   Canli, bi bîr xist ku liggel têkoşîna hiqûqê ku malbata Eren û ÎHD’ê bi rê ve birin jî dewletê lêpirsîneke bi bandor nekir û wiha got: “Bi biryara ne şopandinê û demboriyê xwestin dosyayê bigirin. Ne gihiştin laşê Hayrettîn Eren. Dayika wî jî berî ku gora kurê xwe bi kulîlkan bi xemilîne jiyana xwe ji dest da. Em careke din destnîşan dikin ku li dijî hişmendiya ku kêleke gorê weke maf nebinin û henekên xwe bi dayikeke li kurê xwe geriya kirin, ji bo mafên mirovan, demokrasî û rêgezên hiqûqê yên gerdûnî têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin ku heta windayên xwe bibînin em ê têbikoşin.”