Li Xozatê li mêrga gundiyan bi awayekî 'bêusûl' kana mermeran tê çêkirin 2021-08-29 09:06:06 DERSIM - Li Tepeyê Şamikê yê Xozatê ku gundî wê wekî mêrg bi kar tînin, kana mermeran tê çêkirin. Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn, anî ziman ku bajar bi talana kanên maden û keviran re rû bi rû maye.    Şîrketa Batinê li Tepeyê Şamikê ku di navbera gundê Iincixa, Kîlîsa û mezrika Gugkurikê yên navçeya Xozat a Dersimê de ye, dest bi çêkirina kana mermeran kir. Gundî vî tepeyî wekî mêrg bi kar tînin.    Li herêmê gava ewil a ji bo çêkirina kana keviran di sala 2017'an de hatiye avêtin. Li gor tê gotin, wê çaxê keyayê gundê Incîxayê û niha Serokê AKP'ê yê Xozatê ye, Tayyar Orhan, bêyî ku ji gundiyan re rave bike îmze berhev kirine. Piştî şîrket serlêdanê dike, wesfa Tepeyê Şamikê ku mêrg e ji aliyê Desteya Parastina Axê ve tê guherandin û wê dikin malê xezîneyê. Şîrket paşê ji Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr belgeya "ne hewceyî rapora ÇED'ê ye" wergirtiye. Paşê, şîrket rapora karsaziyê wergirtiye û çendî gundî li ber rabûne jî, mehek berê dest bi çêkirina kana mermeran kiriye. Li cihê ku şantiye lê hatiye çêkirin, makîneyên karî dixebitin.    Bi vê re jî gundî pê dihesin ku îmzeyên berê hatine berhevkirin meger ji bo kana keviran bûyye. Gundî, Baroya Dersimê, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo vê komîsyonek ava kirin. Komîsyon, hewl dide ji bo betalkirina kana keviran, serî li rêyên hiqûqî bide.    KANA MERMERAN NAXWAZIN   Şêniyê gundê Incîxa Kenan Karaagaç, destnîşan kir ku kana mermeran naxwazin û got: "Heger kan dest bi kar bike dê zirarek mezin bide zad, heywanan û xwezayê. Lewma em wê naxwazin. Dê kana mermeran tenê zirarê nede gundên derdorê, dê bide hewî hawirdorêê. Lewma di warê qanûnî de çi mafên me hebin em ê bi kar bînin."    SEROKÊ BAROYÊ: DÊ KANÎ NEMÎNIN   Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî anî ziman ku cihê ku kana keviran lê tê çêkirin eraziyekî berdar e û dînamîtên di dema xebatan de bên teqandin bi taybetî dê kaniyên sererd û binerdê ji holê rakirin. Çetîn ku got "Dersim niha bi talûkeya bendavan û kanên madenan re rû bi rû ye" da zanîn ku tevî gundiyên hawirdorê civîn çêkirine û welatî kana mermeran naxwazin. Çetîn got: "Zebze û fêkiyên berdar ên Xozatê li vê herêmê şîn tên. Dê kana mermeran zirarê bide avê, çandinî û sewalvaniyê. Gundî dizanin dê toz û telaza madenê zirarê bide zebze û fêkiyên wan û li dijî vê ne."    TÊKOŞÎN   Çetîn, bilêv kir ku heger keyayên gundan wekaletê bidin wan dê li dijî kana mermeran serî li rêyên hiqûqî bidin û got: "Şaredariya Xozatê divê rapora îtfaiyeyê bide şîrketê, ji lew re dê mermer bi avê bên derxistin. Lê şaredariyê raporek wisa nedaye şîrketê. Di warê hiqûqî de her titş neqediyaye û gundî jî bi awayekî fiîlî li ber vê radibin. Gava mirov bên dadgehê û ji bo îmzeyên bi awayekî bêusûl hatine berhevkirin bibêjin 'ev ne îmzeyê me ne', dê îmzeyên hatine berhevkirin bên betalkirin. Lê ya girîng zirara ku dê kana mermaran bide xwezayê ye. Niha em lêkolîn dikin bê ka belgeyên din temam in an na. Xebatên me yên di vî warî de didomin û em ê şopdarê vê bin."    MA / Cengîz Ozbasar