‘Heger li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî' 2021-08-29 09:07:39 ARTVÎN – Nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Behra Reş, bal kişandin ser bandora polîtîkayên şerî ya li ser herêmê û welêt. Serokê Halkevleriyê yê Şaxa Kemalpaşayê Olcay Mûtî got: "Heger îro ro li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî."    Nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Behra Reş, beriya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bal kişandin ser bandorên polîtîkayên şer ên li ser herêmê û seranserê welêt. Serokê Halkevleriyê yê Şaxa Kemalpaşayê Olcay Mûtî, got: "Heger îro ro li Başûrê Rojhilat aştî tune be, dê aştî neyê Behra Reş jî."    BEDÎRKÛRÛM A HDP'Î: ÇI QAS ZAROKÊN ME YÊN JI BEHRA REŞ MIRINE!    Hevberdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Behra Reş Nûray Bedîrkûrûm, diyar kir ku aştî ji bo gelên Behra Reş pir girîng e û di dema şer de herî zêde zarokên xizanan mirine. Bedîrkûrûm ku got "Heger pereyê ji bo şer tê xerckirin ji bo tiştên din bê xerckirin, ma dê ev qas ferdên Behra Reş biçin eskeriya biheq?" got: "Ciwanên ku diviyabû nanê hev li hev payê bikin, mirinê li hev payê dikin."    Bedîrkûrûm, bal kişand ser bihurên bi navê eskerên mirî û got: "Çi qas zarokên me yên ji Behra Reş mirine! Heger aştî hebûna, ma dê ev kes bimirana? Me di dema pêvajoya çareseriyyê de, atmosfereke bêşer dît. Me dît ku bi çareseriyeke demokratşk xwîn tê sekinandin."    Bedîrkûrûm, destnîşan kir ku ji bo aştiyê dijberiya şer tenê têr nake û got: "Heger têr bikirana, dê jin wekî xenîmeta şer nehatan berpêşkirin. Di vî warî de berxwedanê xwe daye der. Jina ku bi destên xwe welatê xwe, warê xwe û mala xwe ava kiriye, dê çawa terka vana bike? Ji dêvla bibe perçeyek vê sirgûnê, berxwedanê dibijêre. Me ev yek di dîroka nêz de, li Rojavayê li dijî DAIŞ'a barbar dîtç Jinên berxwedêr bi ser ketin û li wir hêviya jiyana bi hev re cardin vejandin."    ‘AŞTÎ ÇÊBIBE DÊ SELTENATA WAN BIRÛXE'   Bedîrkûrûm, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyê destê xwe dirêj kiriye, lê belê bi destê wî nayê girtin û got: "Heger ne ber bi şer, ber bi aştiyê ve çûbûna, ma em ê li heman welatî bi awayekî wekhev bi hev re nejiyana? Em ê bijiyana. Me yê nanê xwe li hev payê bikira. Hêzên ji pirsa 'Aştî çêbibe dê çi bibe?' ditirsin, hewl didin şer bidomînin. Yan na gel ne ji bo sedsalî, ji bo bi hezaran salan ji bo aştiyê amade ne. Ma aştî çêbibe dê çi bibe? Qey ê qiyamet rabe? Ma aştî çêbibe, dê nan biçûk bibe, ma aştî çêbibe dê ciwan betal bimînin, ma aştî çêbibe dê şerê min û te çêbibe? Aştî çêbibe dê selteneta wan birûxe, tişta jê re dibêjin pirsgirêka bekayê ev e."    ONGÛNYÛRTÊ SKYP'Î: GELÊN BEHRA REŞ HATIN BIŞAVTIN   Nûnerê SYKP'ê yê Ordûyê Cahît Ongûnyûrt jî bal kişand ser pirnasnameyîbûna Behra Reş û got: "Îqtidarên siyasî gelên bi awayekî aştiyane bi hev re dijiyan, bera hev dan. Mînaka herî berbiçav jî dema Şerê Cîhanê yê Yekê û piştî wê; komkujiya ermenî û rûman e. Hê jî ermeniyên li herêma me ku hejmara wan pir hindik e, xwe ewle hîs nakin. Her wiha welatiyên elewî jî bi awayekî azad nikarin nasnameya xwe aşkere bikin. Laz û gurcî jî hatin asîmlekirin. Lewma têgiha aştiyê ji bo hemû gel û baweriyên herêma me pir girîng e."    Ji HALKEVLERIYÊ MÛTÎ: ŞER DIBE SEDEMA XIZANIYÊ   Serokê Halkeveleriyê yê Şaxa Kemalpaşayê Olcayy Mûtî jî anî ziman ku aştî ji bo gelên Behra Reş tê wateya "jiyana bi hev re". Mûtî, diyar kir ku li Behra Reş gelek komên etnîk hene û ev komên etnîk bi zextên dewletê ji bêgavî xwe li dewletê digirin. Mûtî, destnîşan kir ku gelê herêmê ne tirk e, lê xwe wekî tirkan bilêv dikin û sedema vê jî, ji bo dewlet dest nede wan.    Mûtî, destnîşan kir ku polîtîkayên şer, dibin sedema xizaniyê û got: "Heya aboriya dewletê bi awayekî wekhev neyê payêkirin, dê xizanî hebe. Piraniya aboriyê ji bo pîşesaziya şer tê xerckirin. Têgiha aştî û şer, û aborî û jiyanê têkildarî hev in. Li civakeke aştî lê hebe, dê hilberîn qewî be. Dê mirov bi îşkenceyan nemirin û di binçavan de kes winda nebe. Yanî dê aramî hebe. Dê di atmosfereke wisa de mirov bi awayekî zêde daxilî nav hilberînê bibin. Ji lew re hêviya ku dê heqê keda xwe bistînin, dê hebe."    TÊKOŞÎN JI BO AŞTIYÊ    Mûtî ku got "Ji bo aştî bê ewilî divê tu gelên xwe bomberan û guleberan nekî" û got: "Heger îro ro Ji jiyana bi hev re xweştir tiştek tune ye. Ji Amedê heta Edîrneyê, ji Kemalpaşayê heta Samsûnê divê gel bi hev re bijîn û ji bo aştiyê bitêkoşin."    MA / Tolga Guney