Kaya: Gelo Bîlal Erdogan ji qada xezînê çi dibe? 2021-08-29 11:19:17 NAVENDAN NÛÇEYAN - Wekîla HDP’ê Huda Kaya, diyar kir ku Bîlal Erdogan, ji qada ku Koşka Serokkomariyê ya li Xelatê tê çêkirin, bi helîkopteran hin tiştan dibe.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, dest nîşan kir ku kurê Serokkomrê AKP’î Tayyîp Erdogan Bîlal Erdogan ji qada ku Koşka Serokkomariyê û Bayçeyê Netew ê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê tên çêkirin, bi helîkopteran hin tiştan dibe. Kaya li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev parvekirin kir: “Mijareke din a ku divê bê zanîn, gelo Bîlal Erdogan li Xelatê, ji qada xezînê ya ku koşk lê tê çikirin, bi helîkopteran çi dibe? Hemû şêniyên herêmê dizanin ku çi didizin. #Akp ne partiyek siyasî ye, rêxistineke sûc e.”   Berê ji raya giştî re hatibû ragihandin ku devera koşka ku li Xelatê tê çêkirin, cihê kolandina arkeolojîk e. Ev herêm berê jî bibû hedefa nêçîrvanên xezîneyê û di kolandinên hatibûn kirin de, hestiyên mirovan derketibûn holê.