Esker li Avaşînê daran dibirin 2021-08-29 12:14:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Avaşînê ya girêdayî Herema Federe ya Kurdistanê, esker daran dibirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê, Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), ji 23’yê Nîsanê ve li Herêma Federe ya Kurdistanê, daran dibirin. Di nûçeyê de, cih ji bo wêneyên darên hatine birîn hatiye dayîn û ev yek hatiye gotin: “Dînamîtê dixin bin rehên darên hatine birîn.”   Berê jî, derketibû holê ku li herêmên Metîna Zap û Avaşînê dar hatine birîn û ji bo firotinê anîne Tirkiyê.