Li Girtîgeha Akçadagê girtî hatin îşkencekirin 2021-08-29 17:40:56 ŞIRNEX - Girtiyê bi navê Îslam Îverendî ji malbata xwe re da zanîn ku  ew hatine îşkencekirin û got: "Li vir îşkence heye û ev îşkencbênavber didome. Em bangawaziyê li tevahiya mirovahiyê û kesên xwedî wîjdan dikin bila bêdeng nemînim."    Li Girtîgeha Akcadagê ya Meletiyê girtiyê bi navê Îslam Îverendî di telefona heftane de ya bi malbatê re ragihand ku dema ku ew birine revîrê îşkence li wan hatiye kirin û lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.   'ÇI BÊ SERÊ ME BERPIRSYAR GIRTÎGEH E'   Îverendî, anî ziman ku pêkanînên li dij miorvane li ser wan pêk tên û got: "Bêriya meheke niha ez çûm nexweşxanê. Li ser me îskence kirin û gotinên ku rûmeta mirovî dişkêne hatin gotin. Ez bi xwe naqla kezeba reş bûme. Ji ber wê di vê her hefteyê carekî bêm tedawî kirin. Ji ber ku li me îşkenceyê dikin, em êdî tedawiya wan red dikin. Me gotiye çi bê serê me, berpirsyarê wê rêveberiya girtîgehê ye. Rapora min heye ku sedî heftê ji bo ku înfaza min bê sekinandin. Lê bi tu awayî pêk nayê. Li vir îşkence heye û ev îşkenceye bênavber didome. Em bangawaziyê li tevahiya mirovahiyê û kesên xwedî wîjdan dikin bila bêdeng nemînim. Bila herkes li hemberî van pêkanînên ku rûmeta mirovahiyê dişkêne rabin."   'EWLEHIYA ME TUNE YE'   Îverendî, da zanîn ku ew her roj bi îşkenceye re rû bi rû ne û vê bangê li raya giştî kir: "Dema ku ez çûm tedawiyê ez bi pêkanîna tazitiyê re rû bi rû mam. Ev pêkanîn bêriya niha jî hebû û ne bêriya niha jî qebûl nekir. Bi gotinên,"Hûn bê nasname ne û bêrûmetin" li me dikin. Me bi dehan caran hişyarî li wan kiriye. Lê bi heman şewazî didomînin. Bi heman demê gefên îşkencekirinê li me dixwin. Her wiha 16 dermanên ku ez bikartînim hene. Ev dermanên min xelas bibûn û min zingilî da ku dermanên binîn. Ji min re gotin tu çima pê zingilî dikî? Ji min re gotin," Tu careke din zingîl bidî em ê dest û lingên te bişkînin" li ser vê yekê ji min re cezayê disîplînê birîn. Me îtîraz kir. Lê nehat qebûl kirin. Her roj li ser kawişê de digirin. Ev zilma wan didome. Ewlehiya me tune ye. Em bang li komeleyên mafê mirovan dikin bila dengê me bibihîzin."