Şaredariya MHP’ê û CHP’ê ji taxên kurdan re xizmetguzariyê nakin 2021-08-30 09:03:25 MANÎSA - Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê kurd ji ber nasnameya xwe bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û şaredariyên MHP’ê û CHP’ê xizmetê ji wan re nakin.  Di salên 1990’î de bi hezaran gund hatin şewitandin û valakirin. Kurdan ji neçarî koçî bajarên rojavayê Tirkiyê kirin. Zext û cihêkariya li hember kurdan li van bajaran jî berdewam dike. Li taxên Ataturk û Mustafa Kemal ên navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê gelek kurd hene. Nêzî 30 salî ye kurd li van taxan dijîn û xwedî nifûsek zêde ne. Tê gotin ku ji sedî 90’ê van taxan kurd in.    Kurd li van taxan bi salan ji ber nasnameya xwe bi polîtîkaya cihêkariyê re rûbirû man û xizmetguzarî ji bo wan nehat kirin. Di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara sala 2019’an de hilbijêrên kurd ji ber “Tifaqa Demokrasiyê” dengên xwe dan CHP’ê û bi vî awayî namzetê CHP’ê bi ser ket û şaredariyê ji MHP’ê sitend. Lê belê her çiqas kurdan destek da CHP’ê û bi xêra kurdan CHP bi ser ketibe jî lê xizmetguzariya ji bo welatiyên kurd nayê kirin û şaredariya CHP’ê dibêje ku şaredariya bajarê mezin xizmetê bike.    ‘DIXWAZIN KURDAN CEZA BIKIN’    Şêniyên taxan destnîşan dikin ku ji ber wan destekê daye CHP’ê, Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê ya MHP’î cihêkariyê li wan dike û bi nedayîna xizmetguzariyê wan ceza dike. Welatî dibêjin her çiqas salek berê kolandina ji bo kanalîzasyonê û gaza xwezayî hatibe destpêkirin jî lê hêj nehatiye qedandin û peyarê û kuçe û cadeyên wan nayên çêkirin. Welatî tînin ziman her çiqas wan gelek carî serî li Şaredariya Tûrgûtlû ya CHP’î dabe jî lê şaredarî ji wan re dibêje xizmetguzarî di kontrola şaredariya bajarê mezin de ye û îdia dike ku tiştek ji destê wê nayê.    ‘CIHÊKARIYÊ DIKIN’    Îslam Erol ê 15 sal in li Cadeya Acibademê esnafiyê dike destnîşan kir ku ji ber ew kurd in xizmetguzarî ji wan re nayê kirin û wiha got: “Li taxên kurd lê dijîn xizmetguzarî nayê kirin. Me naxin şûna însanan jî. Pirsgirêkên me ji nedîtî ve tên. Lê belê li taxên din xizmetguzarî tê kirin û meriv çopekî jî li erdê nabîne. Me bi şaredariya Tûrgûtlûyê re hevdîtin kir, lê ew dibêje ku kontrol di destê de şaredariya bajarê mezin de ye. Lewma jî xizmetê nakin. Li hember me wisa faşîstiyê dikin û me ji her tiştî sar dikin. Pirsgirêkên me çareser nakin. Em dibêjin êdî bes e bila çareseriyê bibînin û ji me re bibin bersiv. Tenê li taxê kurdan vê cihêkariyê dikin. Em wek welatiyên kurd wekheviyê dixwazin.”    ‘DIVÊ XIZMETA CIVAKÊ WERE KIRIN’    Faysal Zent ê 5 sal in esnafiyê dike jî da zanîn ku ji ber rê xerabûyî ne nikarin eşyayên xwe derxin derve û ew nikarin kar bikin û ji ber vê yekê jî zirar dikin. Zent diyar kir ku rêveberiyên xwecihî bêyî ku cihêkariyê bikin divê ji bo civakê xizmetguzariyê bikin.    ‘JI BER EM KURD IN…’    Kadrî Akdoga ku kargeha wî ya çayê heye anî ziman ku ji ber ew kurd in pirsgirêkên wan xizmetguzariyê nayê çareserkirin û got: “Em diçin Şaredariya Tûrgûtlûyê dibêje ‘ne karê me ye’. Em kesek li şaredariya bajarê mezin ku derdê xwe jê re bêjin nîne. Derdê şaredariya bajarê mezin e ew e ku şaredariya Tûrgûtlûyê ketiye destê CHP’ê.”    ‘EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN’    Salîh Polatlar ku karê manavê dike da zanîn ku ji ber rêyên wan di toz û gemarê de mane nikarin kar bikin û wiha got: “Divê şaredarî bêyî li ziman, ol û nijada kesekî binêrin, xizmetguzariyê bikin. Ji ber nasnameya me, em mexdûr dibin. Ji bo kanalîzasyonê rêyên li vir hemû xera kirin, paşê jî wisa hiştin û çûn. Edî bes e em çareseriyê dixwazin.”   MA / Hakan Yalçin