Ji ber ku pere ji xizmên xwe girtî re şandin hatin sûcdarkirin 2021-08-30 09:03:28 STENBOL - Kesên ku ji xizmên xwe yên li girtîgehan re pere şandin hatin binçavkirin û gotin dixwazin girtiyan mehkûmî birçîbûnê bikin.  Li hin navçeyên Stenbolê di 20’ê tebaxê de bi îdiaya “alîkariya finansal ji rêxistinê re kirine” rêveberên HDP’ê jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesên binçavkirî 6 kes hatin girtin û yên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hêceta girtinê şandina pereyên ji bo xizmên xwe yên girtîgehan hat nîşandan. Yên ku serbest hatin berdan diyar kirin ku operasyon ne hiqûqî ye û bi armancek siyasî pêk hatiye.    POLÎTÎKAYA ‘BIRÇÎ HIŞTINÊ’    Ferhat Yildiz ê hat berdan diyar kir ku polîsan mîna ku çûbûn şer bi ser mala wî de girtine û wiha got: “Mala min serûbin kirin. Min birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Polîsan di binçavan de ji min re got ‘werin em sohbet bikin, hûn çi dikin ji me re vebêjin. Li derve çi diqewime’. Ez li dijî vê yekê derketim. Ji ber me ji xizmên xwe girtî re pere şandine, me binçav kirin. Em bi rêya saziya dewletê pere dişînin û ev wek sûc dertê pêşberî me. Ev bi temamî xefikek e. Li aliyekî tiştên ji derve tên bernadin hundir li aliyekî jî pere şandin dikin sûc. Merivan mehkûmî kantîna girtîgehê dikin û li aliyekî jî nahêlin pere ji bo girtiyan were şandin. Dibêjin ‘em ê we birçî bihêlin’ tu nikarî tiştekî bikî.”    BERÊ ÇEKÊ DANE SERÊ ZAROK    Ramazan Konî jî ku serbest hat berdan destnîşan kir ku biryara binçavkirina wan siyasî ye û wiha got: “Polîsên hatin mala min tu eleqeya wan bi mirovatiyê re nîne. Di serdegirtina malê de pehîn li serê zarokê 4 salî xistin û berê sîlehê dan serê wî. Mala me serûbinkirin. Keçika min 12 salî digirî min xwest ez ber bi wê ve biçin, lê polîsan berê sîlehê da serê min. Bi dengek bilind qîr bi ser me ve dihatin û heqaretan dikirin. Zîhniyeta van ev e. Em ê bi paş ve gavê neavêjin. Ez li pey têkoşîna xwe me. Çi dibe bila bibe em ê li meydanan dengê xwe bilind bikin. Me serê xwe netewand, çimkî em mafdar in.”    POLÎSAN BERÊ GEF LÊ XWARIYE    Metîn Beyret jî ku hat berdan diyar kir ku bi dehan polîsan bi ser mala wî de girtine û ew pereyê ji xizmên xwe re şandiye girtîgehê ne sûc e. Beyrek anî ziman ku beriya were binçavkirin jî polîsan ew şopandiye, pêşiya wî birÎne û ji ber ew diçû HDP’ê gef lê xwarin e. Beyrek got polîs dixwazin wan ji têkoşînê bitirsînin û wê qet nikaribin bi vê polîtîkaya çewisandinê bi ser bikevin û ew ê di têkoşîna xwe de bi israr bin.