Şewata li Korxol dewam dike 2021-08-30 13:40:09   ÇEWLIG -  Şewata li çoltera navçeya Korxol rû da, dewam dike.   Hat îdîakirin ku li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag a navçeya Korxol a Çewligê, duh ji ber xeta voltaja bilind, agir bi daristanê ketiye û ji ber bayê li herêmê belav bûye. Hat ragihandin ku ji ber rêyek nêzî nuqteya ku şewat lê çêbûye tune ye, mudaxeleya ji bejahiyê ve pir zor û zehmet dibe.   Li herêma daristanî, her ku diçe dûman bilind dibin.