Banga beşdariya mitînga ‘Aştî dide jiyandin’ li xelkê Serhedê hat kirin 2021-08-30 13:59:32 WAN - Li Wanê di 1’ê Îlonê de bi dirûşma “Aştî dide jiyandin” mitîng tê lidarxistin. Hevserokên HDP’ê û DBP’ê xelkê Wanê û bajarên derdorê vexwendin mitîngê.    Li Wanê jî wê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê were lidarxistin. Mitîng wê di 1’ê Îlonê de roja çarşemê saet di 15.00’an de li Parka Mûsa Anter were lidarxistin. Amadekariyên ji bo mitîngê li bajêr berdewam dikin.    Mitîng ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ve bi dirûşma “Aştî dide jiyanadin” tê organîzekirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan wek axivêr dê beşdarî mitîngê bibin û Grûp Abdal, stranbêj Mûrad Demîr, Koma Hunerê ya Aryenê û stranbêj Nûrcan Degîrmencî jî derkevin serdika mitîngê û stranan bêjin.    Tê payîn ku xelk ji bajarên wek Mûş, Bedlîs, Agirî, Qers, Erzirom, Îdir û Colemêrgê jî beşdarî mitîngê bibin.    Komîteya Amadekar ji bo mitîngê serî li Walîtiya Wanê da û destûra mitîngê hat dayîn. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Wanê Fîkret Dogan û Handan Karakoyûn û Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Çetîn Ûyar ku di nava Komîteya Amadekar de cih digirin banga beşdariya mitîngê li xelkê Herêma Serhedê kirin. Hevserokan xwest xelk bi qîrkirina aştiyê beşdarî mitînga li dijî şer bibe. Hevserokan da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî li her deverê belav bûye û ew ê di mitîngê de ji tecrîd û şer re bêjin na û aştiyê û azadiyê qîr bikin.