PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser girt 2021-08-30 15:20:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku hêzên PDK’ê yên Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen ê revandibû, girtine û şandine girtîgehê. Rêveberiya Xweser, derbarê hinceta girtina Hesen de agahî xwest.  Li bajerê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê, hêzên PDK’ê roja 10’ê Hezîranê, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen revandibûn. Piştî 82 rojan nû agahî ji Hesen hat girtin.    Derket holê ku Hêzên PDK’ê yên Hesen revandibû, şandine girtîgehê.   Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Ak,f, derbarê rewşa Nûnerê xwe yê Hewlêrê Cîhad Hesen de daxuyanî da çapemeniyê.   Akîf, diyar kir ku Hesen di girtîgehên PDK’ê de tê girtin û rewşa tenduristiya wî ne başe.    Akif, di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev girtin li dijî nirxên dîplomatîk, siyasî, mafên mirovî û welatparêziyê ye. Hemû qanûnên girêdayî dîplomatiyê binpê dike. Divê aliyên fermî ku ev kes girêdayî wê ye, der barê sedemên girtinê de werin agahdarkirin.”   Akif destnîşan kir ku PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsên jiyana Cîhad Hesen in û ev girtina bê sedemên qanûnî têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser de aloz, ji ber ku Rêveberiya Xweser dixwaze ev têkilî baş bin. Di heman demê de Kemal Akif bang kir ku nûnerê wê tavilê were berdan.     Kemal Akif bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bilez mudaxele bikin û çarenûsa nûnerê wê yê li Başûr nas bike û derfetê bide ku malbat û parêzer serdana wî bikin û wiha dewam kir: "Divê sedemên girtinê û cihê wî jî diyar bikin û fişarê li aliyên têkildar ên Başûrê Kurdistanê bikin ku di zûtirîn dem de wî serbest berdin."   PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen tevî 2 endamên Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PDK) di 10`ê Hezîranê de dema diçûn balafirgeha Hewlêrê, revandin. Di 29`ê Tîrmehê de PDK`ê her du endamên PYD`ê piştî 50 rojî serbest berdan, lê çarenûsa Cîhad Hesen heta niha ne diyar bû.