Balafirên şer ên Tirkiyê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin 2021-08-30 16:57:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyê li herêma Pişderê wesayîteke gundiyan bombebaran kirin.    Li gorî nûçeya ku Rojnewsê derbas kir, balafirên şer ên Tirkiyê îro saet 14.45’an, li ser rêya gundê Maredu yê girêdayî bajaroka Jarawe ya herêma Pişder a Raperîn a Silêmaniyê, wesayîteke gundiyan bombebaran kirin. Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.