Peyama Behra Reş a ji bo 1'ê Îlonê: Em dixwazin bi hev re bijîn 2021-08-31 09:00:49 ARTVÎN - Laz û hemşînan diyar kir ku polîtîkayên şer zirarê didin gelan û bal kişandin ser 1'ê Îlonê û gotin: "Em bibin yek em ê bi ser bikevin. Hemû gel divê ji bo aştiyê bên cem hev."  Gelên Herêma Behra Reş, di peyamên xwe yên ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li dijî polîtîkayên şer, bal kişandin ser biratiyê.    DIJMINÊ MIROVAHIYÊ   Recep Demîrcî yê laz, diyar kir ku şer dijminê mirovahî û jiyana ekolojîk in û got: "Piraniya zarokên gelên Behra Reş di şeran de mirin. Bi dehan cenaze hatin Behra Reş. Ji sînorê Sarpê yê girêdayî navçeya Hopayê heya Samsûnê, li ser bihuran navê ciwanên me yên mirî hene. Diviyabû ev ciwan bijîn. Her zarok ji bo jiyanê çêdibe. Lê mixabin di ciwntiya xwe de dimirin di şerên ji ber sedemên cuda rûdayî de. Lewma em doza aştiyê dikin."    BANG LI GELAN KIR   Demîrcî, bal kişand ser balafirên bêmirov û ji aliyê çapemeniyê ve pesindayîna wan. Demîrcî, anî ziman ku heger li hundir û li derve şer tunebûna dê pêdivî bi hilberandina vana tune bûna. Demîrcî got: "Heger li şûna vana balafirên ji bo tefandina şewatê hebûna, dê bi hezarn dar nebûnan xwelî. Lewma şer ji hêlekê ve rûxandina ekolojiyê ye. Şer dibin sedema koçberiyê. Em gelên li dijî şer, divê em li kêleka hev bin û xwedî helwest bin. Heger em bi tena serê xwe bin, em ê nikaribin pêşî li ber vî şerî bigirin. Ancax gava em bi yek bin em ê bi ser bikevin. Bang li hemû gelên cîhanê yên li dijî şer dikim; em li dijî şer ji bo aştiyê bên cem hev du."    JIYANA BI HEV RE   Melîha Balcioglû ya hemşîn, anî ziman ji dêvla liv û tevgereke xirab, divê aştî çêbibe. Balcioglû, destnîşan kir ku tenê ne rojekê divê her roj aştî hebe û ji ber nebûna aştiyê hilberînerên çayê jî tesîrek neyînî ji vê digirin. Balcioglû, bal kişand ser pirsgirêkên hilberînerên çayê û got: "Fiyetekî erzan diyar dikin ji bo çayê. Hilberîneran pêşkêşî sektora taybet dikin. Li Kemalpaşayê tenê fabrîkeyeke çayê heye. A rast ên dikirin pir in, divê 2-3 fabrîke bên çêkirin û kapasîte bê zêdekirin. Gava wisa bibe, dê aştî jî çêbibe. Dilê wan heye çay û findiqan ji binî de ji holê rakin. Em dixwazin her roj aştî be. Bira bera bira, xwişkê bera xwişkê û cîran bera cîranan didin. Kurd, laz, çerkes hemû gelên li vî welatî xwişk û bira ne û em dixwazin bi hev re bijîn."    PÊŞEROJA CIWANAN    Ji gelê hemşîn Guneş Balcioglû jî ji bo aştiyê ev tişt bilêv kirin: "Aştî ji bo pêşeroja zarokên me pir girng e. Em çayê bi tahb û rebeniyek mezin berhev dikin, lê dewlet çaya me nastîne. Li vir pirsgirêk heye di warê fabrîkeya çayê de. Heger hejmara fabrîkeyan zêde bûna, dê çaya me di dest me de nemana. Heger aştî hebûna, dê zarokên me baştir perwerde bûbûna. Lê ji ber şer, perwerdehî jî nemaye. Em azadî û aştiyê dixwazin."    MA / Tolga Guney