Dayîka Muhlîse Sîdar: Çi çek di destê keça min de nebûn 2021-08-31 09:00:51 ŞIRNEX - Xebatkara tenduristiyê Muhlîse Sîdar di bombebarana li ser Nexweşxaneya Sikêniyê de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika wê Ayşe Sîdar got: "Di destê keça min de çi çek nebû, ew ji bo ku birînên civaka êzidî derman bike li wir bû."  Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 17'ê Tebaxê de ji hewayê ve Nexweşxaneya Gundê Sikeniyê ya Şengalê bombebaran kiribû. Di bombebaranê de 3 jê xebatkarên tendûristiyê bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Ji xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Muhlîse Sîdar bû. Sîdar ku di sala 1991'ê de li bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê ji dayîk bûye, piştî DAIŞ di 3'yê Tebaxa 2014'an de li Şengalê Komkujiyê pêk anî, derbasî Şengalê dibe û dixwaze di warê tenduristiyê de alîkariya civaka êzidî bike.   Dayika wê Muhlîse Sîdar behsa wê kir.   'WELATPARÊZ Û MIROVHEZ BÛ'   Dayik Sîdar, diyar kir ku keça wê tu carî neheqî qebûl nekiriye û got: "Muhlîse di zarokatiya xwe de heta ku mezin bû, her tim ji bo parastina nirxên mirovahiyê amade bû. Ew hate wî temenê xwe, ne di malbatê de ne jî yek cîranî min nebihîst ku derheqê wê de xerab axivî. Çi qas ji destê wê dihat navbera mirovan xweş dikir. Gelek welatparêz bû. Her tim alikariya derdora xwe û hevalên xwe dikir. Ji mirovan hez dikir û her tim dixwest ku ji mirovahiyê re bibe alîkar. Em her tim bi wê serbilind bûn. Carekê jî em neêşandin. Miroveke ku ji mirovahiyê re xizmet dike, mirov bi vî rengî qetil nake."   'ÇI ÇEK DI DESTÊ KEÇA MIN DE NEBÛ'   Dayik Muhlîse Sîdar, anî ziman ku bombebarankirina Nexweşxaneya Sikeniyê sucekî şerî ye û wiha pirsî: "Ka li ku derê cîhanê hatiye dîtin ku nexweşxane tên bombebarankirin?"    Dayik Sîdar got: "Keça min beşa tendûristiyê dixwend. Kêfa wê ji wê beşê re dihat. Keça min sivîl bû û ji bo ku birînên civaka êzidî derman bike li wir bû. Ne tenê ji gelê kurd re dixwest alîkariya hemû gelên bindest bike. Ji ber wê bi wijdanî tevgeriya û çû wê derê. Çi çek di destê keça min de nebû. Keça min ne ji bo şer li wir bû. Ji bo ji nexweşan re bibe alîkar li wir bû. Ma ev sûc e? Ew bijîşk bû. Ev bombabaran ne wijdanî û ne jî însanî bûn. Tişta ku xwedê qebûl neke çawa însan qebûl dike?  Ez bi keça xwe serbilind im. Bi hezaran kes weke keça min çûne. Keça min jî weke zarokên wan dayikan e. Xwedê gelê kurd di vê têkoşînê de serfiraz bike û serkeftinê bide wan."     MA / Zeynep Dûrgût