Li Şirnexê di 4 mehan de 21 şewatên daristanan 2021-08-31 09:01:06 ŞIRNEX - Li Şirnexê ji 15'ê Gulanê heya niha li 21 deverî agir bi daristanan ketin. Ji van şewatan 2 jê hê jî didomin û heya niha qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û maye. Parlementerê HDP'î Hasan Ozguneş bang li gel kir ku li dijî van şewatên bi destên polîs û eskeran tên kirin û mudaxileyî wan nayên kirin, xwed, li erdnîgariya xwe derkeve.  Di mehên dawî de li navenda bajêr a Şirnexê û li navçeyên wê hema bibêje her roj agir bi daristanan dikeve. Piraniya cihên ku agir bi wan dikeve jî herêmên operasyonên eskerî ne û wekî "herêma ewlehiya taybet" hatine îlnakirin. Li bajêr îsal ji 15'ê Gulanê heya niha li 21 deverên cuda agir bi daristanan ket. Piraniya van şewatan ji ber gulebarana eskeran rû didin.    Dudo jê ne tê de, piraniya van şewatan bêyî ku rayedar mudaxileyî wan bikin xwe bi xwe tefiyan. Hê jî li herêma Bestayê li du deveran şewat didome. Welatiyên dixwazin agir bitefînin jî bi hinceta "ewlehiyê" tên astengkirin. Heya niha ji ber van şewatan qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û maye.    ÊN JI BER ÊGIR FILÎTIN CERDEVANAN EW BIRÎN    Her wiha li herêmê talankirina erdnîgariyê bi destê cerdevanan jî didome. Cerdevan darên li herêmê dibirin. Îsal ji serê hevanînê heya niha li qada Têkera ya Çiyayê Cûdî û li herêma Gûra Riştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî yên di navbera gundê Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitmê, Bêşêrê û Gundikê Remo de ne û û li herêma Avagûzê, Besta yên herêma Heftanên û Zaxoyê û Çiyayê Namazê bi hezaran dar hatin birîn. Tê derpêşkirin ku seekê vê qirkirinê jî sercerdevan Şeyhmûs Babat e.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş, derbarê şewitandina daristanan û qirkirina daran de axivî.    'ESKER Û POLÎS DARISTANAN DIŞEWITÎNIN'    Ozguneş, destnîşan kir ku şewitandina darisranên li gelek deverên baêjr bi destên esker û polîsan tên kirin û daristan bi hinceta "ewlehiyê" bi zanebûnî tên şewitandin. Ozguneş, bilêv kir ku di heman demê de ji bo li erdnîgariya herêmê kanên madenan bên çêkirin û erdnîgarî berpêşî rantê bê kirin tê şewitandin û welatiyên dixwazin agir bitefînin jî tên astengkirin.   Ozguneş got: "A rast bersiva pirsa 'Çima mudaxileyî agir nayê kirin?' di vir de ye. Gava partiyên demokratîk, rêxistinên hawirdorê an jî gel dixwaze mudaxileyî agir bikin, tên astengkirin. Bi zanebûnî agir bi daristanan tê xistin û dibêjin herêma qedexekirî ye. Ev jî ji bo 'ewlehiyê' û rantê ye."    KOÇBERÎ   Parlementerê HDP'î destnîşan kir ku îqtidar bi van şewatan dixwaze qadên jiyanê ji holê rake û got: "Bi van şewatan dixwazin mirovan koçber bikin. Wekî dijmin li mirovên herêmê mêze dikin û dixwazin hawirdora wan texrîb bikin."    ‘EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN'    Ozguneş, ji bo qirkirina daran ku bi destê cedevanan tê kirin û hê jî didome, got: "Li herêma Heftanîn û Avaşînê darên li erdnîgariya kurdan dibirin û bi vê rantê bi dest dixin. Li vir bi destê cerdevanan derfet ji bo şîrketên rantxur tên peydakirin. Li Bestayê jî birîna daran didome. Dê bertekên me yyên di vî warî de bidomin. Bangawaziya me ev e; li ku derê welêt dibe bila bibe, em li dijî şewitandina daristanan, texrîbkirina xwezayê dengê xwe bi awayekî rêxistinbûyî bilind bikin û mil bidin milê hev du."    Şewatên daristanan ên ji 15'ê Gulana 2021'î ve rû dan ev in:    "* 15 Gulan: Li Çiyaê Cûdî, piştî operasyona eskerî agir bi daristanê ket. Welatiyan agir tefand.    * 18 Gulan: Li derdora Teşta ku di navbera gundê Şax û Heblerê yên Çiyayê Cûdiyê de piştî operasyona eskerî agir bi daristanê ket. Mudaxileyî şewatç nehat kirin. Agir di 22'yê Gulanê de xwe bi xwe tefiya.    * 5 Hezîran: Agir ku li qada Mila Têkera ya Çiyayê Cûdiyê bi daristanê ket, xwe bi xwe tefiya.    * 7 Hezîran: Li bejahiya gundê Şax ê li quntarê Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebarana eskeran careke din agir bi daristanê ket. Mudaxileyî agr nehat kirin. Agir xwe bi xwe tefiya.    * 9 Hezîran: Li herêma Deriyê Cebraîlê ya Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. Agir, xwe bi xwe tefiya.    * 13 Hezîran: Li gundê Zêwê yê li quntarê Çiyayê Gabarê ji ber gulebarana eskeran agir bi daristanê ket.    * 20 Hezîran: Li gundê Hesena yê navçeya Silopiyayê li quntara Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket.    * 28 Hezîran: li Bestayê ku di navbera Sêrt û Şirnexê de ye, agir bi daristanê ket. Di şewatê de li herêma Girê Givara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê bi hezaran dar bûn xwelî û man.    * 1 Tîrmeh: Li gundê Guwanî ê navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber bombeyên gazê yên binkeya eskerî agir bi daristanê ket.    * 12 Tîrmeh: Li qada Gêrê Mêrg û Mar ên herêma Bestayê piştî operasyona eskerî agir bi daristanê ket.    * 15 Tîrmeh: Li herêma Bestayê ji ber gulebaran helîkopterê agir bi daristanê ket. Agir xw ebi xwe tefiya.    * 15 Tîrmeh: Li qada Dehla Şêx ku di navbera gundên Bafê û Erzenax ên navçeya Hezexê de ye, ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. Gundiyan mudaxileyî agir kir û tefand.    * 16 Tîrmeh, li Çiyayê Cûdiyê ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket.    * 20 Tîrmeh: Ji ber topbaran tabûra li navçeya Silopiyayê li herêma Spîndarok a Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. Agir rojekê dewam kir û xwe bi xwe tefiya.    * 4 Tebax: Li Gundikê Remo ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye agir bi daristanê ket. Agir a din a rojê xwe bi xwe tefiya.    * 7 Tebax: li mezrika Bêspîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê agir bi daristanê ket. Îqtfaiyeyê mudaxileyî agir û kir û ew tefand.    * 13 Tebax: Li gundê Sêtkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê ji ber gulebaran eskeran agir bi daristanê ket. Agir piştî sê rojan xwe bi xwe tefiya.    * 17 Tebax: Li herêma Girêhirmo ya Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket. Nehat hiştin ku gundî mudaxileyî êgir bikin. Agir xwe bi xwe tefiya.    * 19 Tebax: Li herêma Zêre Kêrê ya Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket û paşê xwe bi xwe tefiya.    * 26 Tebax: Li gundê Mêhrîna yê herêma Bestayê ji ber bombebarankirina bi helîkopteran agir bi daristanê ket. Agir piştî 5 rojan xwe bi xwe tefiya.   * 29 Tebax: Agirê ku li du noqteyên qada Qurta Xanê ya Bestayê bi daristanê ketin hê jî didome."   MA / Mujdat Can