Ocalan: Divê 1'ê Îlonê bibe mîlada aştî û çareseriyê 2021-08-31 10:57:14 STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 2003'yan de deklerasyonek daxuyandibû û di vê deklerasyonê de aştiya mayinde û nexşerêya çareseriya demokratîk aşkere kiribû û xwestibû 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo welêt bibe mîlada aştî, lihevkirin û çareseriyê.    Gel, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an heya niha li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin, wekî muxatabê çareseririna pirsgirêka kurdî û aştiyeke mayinde nîşan bidin, dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de dakevin qadan.   Aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêka kurdî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, heya niha gelek caran ji bo aştiyê bang kiriye. Çendî dewlet xwe neda û ande ber van bangawaziyê wî jî, Ocalan ji ya xwe daneketiye xwar. Bangawazî û daxuyaniyên Ocalan ên têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hê jî derbasdar in.    MESELEYA SEREKE   Yek ji bangawaziyên Ocalan ên ji bo aştiyê ku wekî "agirbesta sisêyan" tê qebûlkirin, axaftina wî ya di MED TV'yê bû. Ocalan di vê axaftina xwe ya 1'ê Îlona 1998'an de, diyar dike ku pirsgirêka kurdî û mafên mirovan têkildarî demokrasiyê ne û pirsgirêka herî sereke jî demokratîkbûyîna dewletê ye. Ocalan wiha dibêje: "Li komarê peydakirina demokratbûyînê, yanî demokratîkkirina Tirkiyeyê pirsgirêka herî sereke ye. Derdorên çepgir û rastgir, her roj dibêjin 'demokrasî'. Partiyên siyasî û saziyên sivîl hemû hema bibêje demokrasiyê wekî tiştekî bivênevê dubare dikin. Heger ev kar tenê di peyvê de bê asêkirin, nexwe di vî warî de divê kêmasiyên komarê rast bên dîtin û rast bên nirxandin... 75 sal in komarê demokrasiyê bi gelê xwe nedaye tahmijandin. Derfetine pir nedane ber demokrasiyê. Ji xeynî derdoreke olîgarşîk î pirbilind, tu kesî ji demokrasiyê tiştek fêm nekiriye. Peyva demokrasiyê pir hatiye gotin, lê divêtiya wê pêk nehatiye. A li paya civakê dikeve jî, demagojiya demokrasiyê ye. Niha meseleya sereke ya Tirkiyeyê ew e ku demokrasiyê ji vê pirsgirêka demagojiyê derxîne û bisipêre gel."     BANGAWAZÎ JI BO AGIRBESTÊ    Ocalan di heman axaftina xwe de ji bo "çareseriya demokratîk û bersivandina daxwazên ji bo aştiyê" agirbest ragihandibû.    Ocalan, di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Em dibêjin êdî bes e, ji vî şerî re bes e. Em yeqîn dikin ku dê siyaset bêtir bi kêrî gelên me bê û demildest pêdivî bi vê heye û divê êdî ev qufil bê vekirin. Û em dixwazin bi vî awayî quflê vekin, divê ev wisa bê fêmkirin... Wekî her carê dîsa dibêjim, em ji bo Tirkiyeyê hêza herî xurt a demokrasî û ronahiyê ne. Wekî din em tu tiştî qebûl nakin. Her wiha em ji bo gelê kurd jî hêza ronahî û demokrasiyê ne. Divê rêbazên li ser esasên tahdeyê pir esas neyên girtin. Ji lew re heta tu bibêjî bes tahde pêk hat, lê encam bi dest neket. Divê ev rêbaz esas neyên girtin."    AŞITÎ   Piştî ku vê agirbesta ku di vê axaftina xwe de ragihandibû û bangawaziya wî ya ji bo aştiyê bêbersiv mabûn. Ocalan, di 12'ê Îlona 1998'an de cardin daxuyanî dabû.    Ocalan di vê daxuyaniya xwe de diyar dike ku hê jî destê wan ê ji bo aştiyê dirêjkirine nehatiye girtin û dibêje: "Me bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê di 1'ê Îlonê de ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir da ku serdestên tirk rast fêm bikin û me xwest ew bersiveke birane ku pir îdia dikin, bidin. Ji ber ku em pir bihêz in şer nakin an jî pir qels jin ji bo aştiyê bang nakin. Bi taybetî divê ev baş bê fêmkirin. Ji destpêka dîrokê heya niha, tu carî me çav bernedaye nan, ked û azadiya kesî û em li axa xwe bûne dergûşa mirovahiyê, me mirovahî daye destpêkirin û em bi hestên herî mirovane dizanin. Ji ber ku em gelekî wisa ne, em ne şer, em bi aştiyê dizanin û ji ber vê em aştiyê tercîh dikin. Û em yeqîn dikin ku aştî dê bi kêrî hemû mirovan bê. Em tim dibêjin aştî, sedema vê jî ji ber vê nasnameya dîrokî û mirovî ya gelê me ye. Wekî din divê bi tu awayî şaş neyê fêmkirin. Me ev yek bi awayekî aşkere di têkoşîna xwe de jî nîşan da. Lewma gava kesek tenê jî rast şer bike, dê bi rihetî karibe vî şerê qirêj ê li gelê me tê ferzkirin têk bişikîne. Lê hê jî destê me yê ji bo aştiyê li hewayê ye. Ev, ji ber mirovahiya me ya mezin e."    BANG LI NY'YÊ KIR    Gava Ocalan di 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ew xistin Girtîgeha Îmraliyê jî, ji bo aştiyê gelek gav avêtin.    Ocalan, ji bo aştiyê di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), bang li gelek sazî û dezgehên navneteweyî kir. Ocalan, di 1'ê Îlonê de peyamek ji Civîna 2000'î ya NY'yê re şandibû.    Ocalan di vê peyama xwe de ev tişt gotibûn: "Piştî Şerê Cîhanê yê Dudoyan, belgeyên wekî 'Peymana Mafên Medenî û Siyasî', 'Peymana Mafên Aborî, Civakî û Çandî' û 'Şertê Civakî yê Ewropayê' ku li ser asasên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a NY'yê hatine pêşxistin, di warê demokrasî û aştiyê de belgenî xwedî wateyeke dîrokî ne. Çi bi hewldanên NY'yê û Civaka Ewropayê, çi jî bi hewldanên saziyên civaka sivîl ên li seranserê cîhanê di warê aştî, mafên mirovan û demokrasiyê de pêşketinek çêbûye. Bi şikestina pergala Sovyetê re, ev pêvajo leztir bûye. Gelê kurd jî dê derî vê pêvajoyê nemîne; gelê me daxilî navê vê pêvajoyê bûye. Gelê kurd ku gelê herî kevnar ê Rojhilata Navîn e, çi navneteweyî çi jî herêmî ji bo mafên xwe yên di van peymanan de -mafê çand, mafên nifşên yekê, dudoyan û sisêyan- bi dest bixe, li ser asasekî demokratîk daxilî nav têkoşînê bûye. Dê salên 2000'î bibin bidestxistina van mafan. Hiqûqa mafên mirovan, herî zêde ji bo gelê kurd ku ji van mafan hatiye mehrûmkirin, hewce ye. Lewma şerê ji bo hiqûqê, di çarçoveya rêgezên gerdûnî de divê li her derê cîhanê bi hişmendî û vîneke mezin bê kirin."    DEKLARASYONA JI 10 XALAN PÊK TÊ   Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna welat di 13’ê tebaxê de bi serenavê “Deklarasyona Çareserî û Lihevkirinê” deklarasyona çareseriyê ya ji 10 xalan pêk tê pêşkeşî rayagiştî kir. Ocalan, di deklerasyona ku weke “Nexşe rê” bi nav kir de cih da van xalan:    “1- Weke gava ewil a lihevkirin û çareseriyê çarçoveyeke demokratîk pêşkeş dikim. Di vê bingehê de pêvajoya guncaniyê ya Yekitiya Ewropayê jî girîng dibînim. Difikirim ku çarçoveya demokratîk a min aniye ziman û pêşniyarên din li gorî pêvajoya Yekitiya Ewropayê jî ne. Di vê bingehê de;   a - Divê astengiyên li pêş azadiya raman û fikrê bên rakirin, şertên siyaseta ku serbest were kirin bê avakirin.   b - Divê qanûna hilbijartin û partiyên siyasî li gor pîvanên demokratîk ji nû ve were sererast kirin û hemû şertên hilbijartineke serbixwe û azad bên afirandin.    c - Divê qanûneke rêveberiya herêmî ya demokratîk bê derxistin, rayeyên rêveberiyên herêmî bên zêdekirin û demokrasî bê bipêşvebirin.    2- Divê diyardeya kurd weke diyardeyeke bingehîn a demokratîkbûyînê were qebûlkirin. Divê hêmana kurd bigirin çarçoveya demokrasiyê û kurd di demokratîkbûyînê de weke hêmanek were qebûlkirin.    3- Divê mafên çandî yên kurdan bên naskirin, bikarin çanda xwe bi awayekî azad îfade bikin. Tv, radyo, pirtûk û mafê perwerdehiyê jî di nav vê de ye. Di vê mijarê de gel çi bixwaze divê bidinê, neyê sînorkirin.    4 - Mafên kurdan ên demokratîk û siyasal divê bixin bin temînata qanûnî û makeqanûnî.    5 - Ji bo ku vegera gundan bi awayekî ewlehî pêk were divê hewldanên pêwist bên kirin, tedbîrên civakî, îdarî, hiqûqî û civakî yên pêwîst bên girtin   6 - Divê cerdevanî bi wergirtina bergiriyên aborî û civakî bê rakirin. Divê hêz û çeteyên di nava dewletê de cih girtine û tu bingeheke wan a qanûnî nîne bên fesxkirin. Divê ji derveyî hêzên meşrû hêzên ewlehiyê nemînin.  7 - Di çarçoveya pêkanîna aboriyê de ligel vegera gundan di çarçoveya projeya GAP’ê de bi plankirineke bi bandor û piştevaniyekê divê ji bo aboriya herêmê projeyên nû bên pêşvebirin.    8 - Divê bi derxistina Qanûna Tevlîbûna Demokratîk û Aştiya Civakî, tevlîbûna pêvajoya qanûnî û demokratîk a kesên li çiya, li sirgûnê û li girtîgehan bê pêkanîn.    9 -Heke lihevhatin û diyalog pêşnekeve wê mafê parastina rêwa weke perçeyekî çareseriyê bigire dest.    10 - Divê dewlet ji ber polîtîkayên xelet ên heta niha hatine meşandin, ji kurdan lêborînê bixwaze.”   MÎLADA ÇARESERÎ Û AŞTIYÊ    Ocalan destnîşan kir ku danezan ji bo aştiya mayînde û çareseriya demokratîk nexşerêyek e û wiha got: “Ger hikûmet li ser vê bingehê bikeve diyalog û çareseriyê, wê pêvajoya aştiyê heta 2005’an bi hev re pêş bikeve. Dema ku ev pakêta çareseriyê were qebûlkirin, yekem, agirbestek eşkere ya dualî tê misoger kirin û çareseriyek demokratîk tê destpêkirin. Ger hikumet viya qebûl neke û di çareserkirina pirsgirêkê di tunekirinê de israr bike, ger destpêkên aştiyê bêne redkirin, ger operasyonên nû werin rojevê, ger girtin û revandin hebin, ger pêvajoyek bi vî rengî dest pê bike, ev tê wateya serdemek nû ya çalakiyê. Di vê rewşê de, ew ê neçar be ku mafê parastina rewa bikar bîne. Di encamê de, divê her kes bizanibe ku em ê Tirkiyeyê perçe nekin, lê em ê wê radestî olîgarşiyê jî nekin. Divê Serokwezîr bi berpirsiyariya dîrokî rabe û daxuyaniyekê bide û diyar bike ku ew alîgirê çareseriyê ye. Divê 1’ê Îlonê bibe destpêka vê yekê. Divê ji bo Tirkiyeyê bibe xala aştî, lihevkirin û çareseriyê."    RÊBAZÊN ŞERÊ TAYBET    Vê hewldana Ocalan jî ji aliyê dewletê ve nehat vegerandin. Ocalan, di 15'ê Tebaxa 2014'an de bi heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re hevdîtin pêk anî û got di pêvajoya bi navê "çareseriyê" de dewlet li şûna aştiyê serî li rêbazên şerê taybet dide. Ocalan wiha got: “Heya ku hikûmet dev ji rêbazên şerê taybet bernede, hilbijartin jî di nav de, ew nikare qala pêvajoya aştî û çareseriyê bike. Pirsgirêka şer a civaka Tirkiyeyê di kûrahiya dîrokî ya mezin de heye. Ev pirsgirêk bi rêbazên şerê navxweyî yên veşartî yên di tevahiya dîroka Komarê de têne sepandin, nayê çareserkirin. Rêbazên ji bilî çareserkirina pirsgirêka aştiyê bi tifaqeke demokratîk a kûr (radîkal) tenê dikarin rojê rizgar bikin. Di dawiyê de, ew ji bilî kûrkirina kaos û hilweşînê tiştek nake. Di pirsgirêka kurd de du rêbazên bingehîn hene, ku derketine asta pirsgirêka sereke. Ger rêbaza demokratîk neyê qebûlkirin, dê rêbaza veqetîn û şîdetê bikeve dewrê. Pirsgirêka kurd veguheriye pirsgirêka Rojhilata Navîn. Hevkariya dîrokî ya Kurd-Tirk di çareserkirina pirsgirêkên heyî yên herêmî de pêşeng e. Nêzîkatiyên neteweperest ên dewletê vê şansê pûç dikin. Rola min a kesane di pêvajoyê de bi veguheztina rewşek bêkêmasî, wekhev, azad mimkin e. Partî azad in, tiştê ku dizanin bi vîna xwe ya azad bicîh tînin. Nêzîkatiyên ji bilî vê ji bo aliyan bêwate û kor in.”    ÇARESERIYEK ÇAWA?   Dewlet û partiyên desthilatdar bangên Ocalan bêbersiv hiştin û bi taybetî piştî 2015’an şer kûr kir. Her ku nakokî kûrtir dibû, hemû muxalefet, bi taybetî jî kurd, di bin zextê de hiştin. Hikumeta AKP’ê îdîa dike ku ji ber bandora polîtîkayên şer li gelek deveran asê maye, dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Ji rêveberên PKK’ê Murat Karayilan jî di 10’ê hezîrana 2021’an de di daxuyaniyekê de ragihand ku Erdogan "ji bo ragihandina agirbestê" şandek şandiye cem wan. Lê belê, israra tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, ku weke aktorê sereke yê çareseriyê tê nîşandan, û pratîkên hêza li herêmê nahêle ku "çareserî" ji nû ve were li pêşxistin.   MA / Ferhat Çelîk