‘Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin’ 2021-08-31 11:10:43   RIHA - Malbata Şenyaşar ku 176 roj in li pêş avahiya edliyeyê têkoşîna edaletê dide ev peyam parve kir: “Dozger û kesên bûn sebep, hûn ê di hêsirên çavan ên we li pêş edliyeyê dan rijandin de bifetisin.”   Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş avahiya Edliyeya Rihayê di roja 176’emîn de didome. Malbat di saetên serê sibê de li qada weke “Quncê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin çalakiya xwe ya nobetê da destpêkirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: “Em 176 roj in ji bo edaletê qîr dikin. Tu gilî dikî nabe, gilî nekî nabe. Dozger û kesên bûn sebep, hûn ê di hêsrên çavan ên we li pêş edliyeyê dan rijandin de bifetisin.”