Li Mersînê banga 1'ê Îlonê 2021-08-31 14:03:08   MERSÎN - Meclisa HDK'ê ya Mersinê, diyar kir ku jiyaneke birûmet tenê bi aştiyeke birûmet dikare bê avakirin û banga tevlîbûna bernameya ku di 1'ê Îlonê de bê lidarxistin kir.    Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Mersînê, ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Cemiyeta Rojnamegerên Mersînê civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Şer hilweşandin e aştî jiyana azad e niha dema azadiyê ye" hat vekirin. Pêkhateyên HDK'ê tevlî civînê bûn. Di civînê de Hevberdevkê Meclisa Bajar a Mersînê ya HDK'ê Selahattîn Guvenç axivî.    Di destpêka axaftina xwe de Guvenç, bal kişand ser qrîzên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê û diyar kir ku dîroka mirovahiyê dema herî tarî re derbas dibe û wiha got: "Din sedsala dawîn de 3'emîn Şerê Cîhanê yê navê wî nehatiye danîn pêk tê. Bi taybetî jî di salên dawîn de li Rojhilata Navîn li her derê şer û pevçûn hene û bi milyonan kesan jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan kes jî ji av û axa xwe bûne. Ev tarîtî li Tirkiyeyê jî tê hîskirin. Ji çek û şer re razemenî tê kirin."   BANGA BERNAMEYÊ   Guvenç, diyar kir ku li seranserê dinyayê êdî dema avakirina jiyenek nû ye û ev bang kir: "Rêya tekane ya jiyana nû aştiyeke birûmet e. Bi têkoşîna hevpar aştiya birûmet dikare pêk bê."   Piştî axaftina xwe Guvenç, bang kir ku her kes tevlî bernameya ku bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê saet di 18.00'an de li Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslan bê lidarxistin bibe.