Gundiyan nehişt ku DEDAŞ trafoya wan rake 2021-08-31 15:56:31   MÊRDÎN - Gundiyên gundê Embarê yê navçeya Artûklûyê, nehiştin ku tîmên DEDAŞ'ê yên bi cendirmeyan re hatin gund trafoya wan rakin.    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), bi angaşta "deynê ceyranê yê cotkaran" bi cendirmeyan re bi ser gundê Embarê yê navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê de girt. Tîmên DEDAŞ'ê xwestin trafoyên avdaniyên gundiyan desteser bikin. Gundiyên ku dîtin tîmên DEDAŞ'ê bi cendirmeyan re diçin herêma bîrên avdaniyê li hev kom bûn û rê girtin. Piştre gundiyan bi cendirmeyan re nîqaş kir û dan zanîn ku biryara dadgehê di destê wan de heye û destûr nedan ku trafoyên wan bên rakirin.    Li ser berteka gundiyên ku rêya girtibûn venekirin cendirme û tîmên DEDAŞ'ê bêyî ku trafoyan rakin ji gund veqetiyan.