TJA’yê ji Ayşe Gokkan re sersaxî xwest 2021-08-31 16:37:30   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê ji ber wefata dayika Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan a girtî Lutfiye Gokkan peyama sersaxiyê weşand.    Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî wefata dayika yek ji sembola têkoşîna jinan Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan a girtî Lutfiye Gokkan peyama sersaxiyê weşand. Li ser hesabê twîtterê yê TJA’yê têkildarî mijarê ev peyam hat parvekirin: “Dayika berdevka me Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da. Em ji ber wefata dayika xwe Lutfiye Gokkan gelek xemgîn in. Di serî de serê Hevrê û Berdevka me Ayşe Gokkan, serê malbatê, hezkiriyên wê û hemû gelê kurd sax be. Cihê we bihişt be.”