Li Kerboranê du gund xistin bin karantînayê 2021-09-01 08:15:53 MÊRDÎN - Gundên Xelîla û Deywanê yên navçeya Kerboranê xistin bin karantînayê.    Gundên Xelîla û Deywanê yên navçeya Kerborana Mêrdînê xistin bin karantînayê. Li her du taxan ji ber zêdebûna pêketiyên vîrûsa koronayê û rêjeya derzîbûna kêm di çarçoveya biryara hat girtin de ji xeynî rewşên mecbûrî 14 rojan ketin û derketina wan hat qedexekirin.    Rojên derbasbûyî jî li navçeyên Mîdyad û Nisêbîn ên Mêrdînê 12 gund xistibûn bin karantînayê.