Şûreya Dewletê ne dewletê, bav û law bi qisûr dît 2021-09-01 10:44:45   ENQRE - Dadgehê biryar da ku milyonek lîre ji bo tazmînata bav û lawê k udi Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bê dayîn. Lê Şûreya Dewletê vê biryarê xera kir û parastina “dewlet ne biqisûr e” kir û tazmînatê daxist 30 hezar lîreyî.    DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Trênê ya Enqereyê li dijî mitînga aştî û demokrasiyê komkujî pêk anîbû û di êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Îbrahîm Atilgan û lawê xwe Veysel ê 9 salî jî di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Dadgehê ji bo bav û law biryara ku milyonek tazmînat were dayîn dabû. Şûreya Dewletê (Danıştay) biryara dadgehê nirxand. Şûreya Dewletê vê biryarê xera kir û parastina “dewlet ne biqisûr e” kir û tazmînatê daxist 30 hezar lîreyî.