Li Şirnexê alîkarî weke ku kirine hatiye qeydkirin 2021-09-01 14:35:56 ŞIRNEX - Li Şirnex û gundên wê alîkariya ku nehatiye kirin, weke ku alîkarî bi xelkê re hatiye kirin li ser E-Devletê hatiye nîşandan.  Li Şirnexê û gundên wê alîkariyên ku ji gel re nehatin kirin, ji hêla “Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Şirnexê” ve weke ku alîkarî ji gel re hatiye kirin, hat nîşandin. Welatiyan li ser E-Devletê dîtin ku ji wan re weke ku “alîkariya kartol û pîvazan” hatiye kirin. Lê di rastiya wê de alikariyeke bi vî rengî ji welatiyan re nehatiye kirin.    Li ser E-Devletê alikariyên ku weke meha tîrmeh û tebaxê de hatine kirin dan nîşandan. Welatî dibêjin di rastiyê de berevajî vê tu alîkarî bo wan nehatiye kirin. Vê “Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî” ku girêdayî walîtiyê ye weke ku alîkarî hatibe kirin, derbasî qeydan kiriye.   Welatiyan ku bertek nîşanî vê rewşê dan diyar kirin ku ew ê bi daxwaznameyan gilî bikin.   ÇI ÇÊBÛBÛ   Bi talîmata Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ve kartol û pîvazên di destê hilberîneran de mabûn ji aliyê Desteya Genim a Tirk a bi ser Wezareta Çandinî û Daristanê ve hatin kirîn û li hin deveran belav kirin. 10 kîlo pîvaz û 20 kîlo kartol di kîsan de li welatiyan belav dikirin. Kêliya belavkirina wan pîvaz û kartolan de îzdîham çêdibû û dîmenên sosret derketibûn holê.     Xelkê li Şirnex û navçeyên wê alîkariyê qebûl nedikirin û bertek nîşanî alikariyê didan.