Li her derê daxwaza aştiyê 2021-09-01 17:32:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran, bi boneya 1'ê Gulanê Roja Aştiya Cîhanê, daxuyanî hatin dayîn û banga têkoşîna birêxistinkirî ya gelan, çareserkirina pirsgirêka Kurd û rêyên çareseriya demokratîk û aştiyane hatin kirin.     Li gelek bajaran, bi boneya 1'ê Îlonê Roja  Aştiya Cîhanê, çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên ku daxwaza aştiyê hatin qîrîn de, hat destnîşankirin ku aştî li ser bingeha maf û azadiyan pêk tê ûb anga têkoşîna hevpar a birêxistinkirî li hemû gelan hat kirin.    ENQERE    Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Mafê aştiyê mafekî mirovahiyê ye” hat weşandin de, ev peyam hat dayîn: “Em weke ÎHD’ê bawer dikin ku aştî li ser bingeha maf û azadiyan di bin her şert û mercî de û li her devera cîhanê pêk tê. Pirsgirêka bi milyonan koçber û penaberan ji ber polîtîkaya Rojhilata Navîn a li dijî Kurdan hatiye pêşxistin, derketiye holê. Em bang dikin ku êdî dest ji înkara pirsgirêka Kurd berdin. Divê tecrîda li dijî Abdullah Ocalan, girtiyên li Îmraliyê tên girtin û hemû girtiyan bi dawî bibe. Pêwîste ku pêşiya aştiyê bê vekirin. Emê weke ÎHD’ê ji bo ku li welat û tevahiya cîhanê aştî pêk were, emê têkoşîna xwe ya aştiyê dewam bikin.”    TTB: AŞTÎ NEBE TENDURISTÎ JÎ NABE   Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî, derbarê 1’ê Îlonê de, daxuyaniya bi sernavê “Aştî nebe, tenduristî jî nabe” parve kir û wiha got: “Yek ji hilweşandinên ku şer bi xwe re tîne îro gel li Afganîstanê dijî. Talîban, zarok û ciwanan bi îşkenceyên giran tevlî xwe dike. Li aliyê din jî hewl dide jinên li Afganîstanê dijîn hepsî malan bike û wan esîr bigire. Îro li tevahiya cîhanê pêdivî bi aştiyê heye. Bi çek kirina sivîlan, xwedîkirina hêzên paramîlîter û parastina tundiyê, ji bo tevahiya mirovahiyê xeteriyek mezine. Em ji bîr nekin ku; Yên ku di şer û pevçûnan de winda dikin, her dem gel in. Ji bo tenduristiya civakî, ji bilî aştiyê tu alternatîfeke me tuneye. Cîhanek bê şer û kedxwarî, di destên me de ye, wê bi hevgirtinê were damezrandin.”   WAN    Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, têkildarî 1’ê Îlonê, li avahiya xwe ya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji rêveberên komeleyê Serdar Çevîk, di axuyaniyê de axivî û got: “Li welat, pirsgirêk mafên mirovan a herî girîng pirsgirêka gel Kurd e. Ji bo ku pirsgirêka mafên mirovan û demokrasiyê çareser bibe, divê pêvajoyek aştiyane bê destpêkirin û şer bê rawestandin.   ÊLIH    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî, li avahiya xwe derbarê rojê de, civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî cihê wê hat kirin û ji peywirê hat girtin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Endama Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy, di civînê de axivî û wiha pê de çû: “Bi salane em li qadan banga aştiyê dikin. Her ku em dibêjin aştî, cenazeyên me bi ser me de tên. Êdî rewş wisan bûye, cenazeyên zarokên me bi kargoyan ji me re dişînin. Zarokên me rastî êrişên nijadperest tên û tên qetilkirin. Di girtîgehan de, ji bo aştiyek birûmet bedena xwe jig reva birçîbûnê re razindine. Ligel her tiştî em aştiyê dixwazin û di aştiyê de bi israrin. Em cîhanekê ku êdî mirov lê jiyana xwe ji dest nedin, cenazeyên zarokan bi kargoyan ji malbatên wan re neyin şandin û ji ber zimanê xwe yê zikmakî qetilkirina mirovan naxwazin. Em cîhanek bê xwîn û mirin dixwazin. Ev jî bi aştiyek birûmet re pêkane.”    Daxuyanî piştî axaftinê, bi berzkirina tilîlî û lêxistina çepikan bi dawî.    HATAY     Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê jî li Bazara Bît a Berê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Înkenderûnê Coşkûn Selçûk, daxuyanî xwend û wiha got: “Ew dixwazin li welatekî ku aştî lê serdest e bijîn.   Tûran, bal kişand ser pirsgirêka Kurd û ev peyam da: “Mîna hikûmetên din ên ku nekarîn pirsgirêka Kurd çareser bikin, ew hikûmet jî ji aliyê siyasî ve tên hilweşandin. Yên ku nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, dikevin çopa dîrokê. Li Tirkiyeyê, dema dibêjin aştî, pirsgirêka gelê Kurd tê bîra mirov. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareser kirin, krîzên li Tirkiyeyê her ku diçin kûrtir dibin. Divê pirsgirêka Kurd bi şêweyek demokratîk, aştiyane û birûmet bê çareserkirin.”   AMED    Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî, bi bonaya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, ev peyam hat dayîn: “Li dijî hemû êrişên dewletê, pêwîstî bi sekneke rêxistinkirî heye. Divê em li dijî êrîşên dewlet û pergala kapîtalîst, bi pîvanên rast ên tenduristî, aborî, ekolojîk, civakî û dîrokî tevbigerin, hesasiyeta civakî bi rêxistin bikin û qadên xwe yên birêxistinkirina jiyana nû ya azadiya jin a ekolojîk a demokratîk berfireh bikin.   Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, ji bo hemû civakan, siyasî, tenduristî û xweşiya di tenduristiyê de yek ji bingehên têkoşîna me ye. Divê bi şîara ‘civakek saxlem civakek azad e’ em tevbigerin, civakek bi saxlem ava bikin û têkoşîna xwe ya ber bi civakek azad ve mezin bikin.”   STENBOL    Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a gelan (HDK) jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Em banga bilindkirina ruhê têkoşîna hevpar a li dijî şer, nîjadperestî û faşîzmê dikin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê şer mezin dike. Gelên Tirkiyê û Kurdistanê yên ku bi dehan sal in berdêla demokrasî û azadiyê didin, îro dixwazin dibin zextên şer, dagirkerî, kedxwarî, rant û talanê de teslîm bigirin. Têkoşîna gelan a ji bo aştiyê pêwîstiya herî mezine. Ji ber vê em banga têkoşîna hevpar a bi rêxistinkirî li hemû gelan dikin.”   Li bajarên weke Êlih, Wan, Riha, Dersim, Amasya, Çorûm, Giresûn, Dîlok, Mêrsîn û Antalyayê, bi heman armancê daxuyanî hatin dayîn û çalakî hatin lidarxistin. Di daxuyanî û çalakiyan de, hat destnîşankirin ku aştî wê bi destê gelan pêk were û daxwaza cîhanek bê şer hat kirin.