Li herêma şewatê, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin 2021-09-01 17:54:29   DERSIM - Li herêma Çemê Roj a ku 5 rojin şewat lê dewam dike, qalikên guleyên aydê MKE hatin dîtin.     Şewata ku li Çemê Roj a Geliyê Pîlemûriyê ya Dersimê, di 28’ê Tebaxê de rû da, her ku diçe belav dibe. Piştî 5 rojan nû îro mudaxileyî şewatê hat kirin. Welatiyên ku ji navenda bajêr, Qislê û navçeya Depê ya Xarpetê di saetên serê sibê de hatin herêma şewatê, ji sê aliyan ve dest bi vemirandina şewatê kirin. Helîkopterekê jî ji hewade, dest bi vemirandinê kir. ,   QALIKÊN GULEYAN ÊN AYDÊ MKE    Welatiyên beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûn, qalikên gulayên aydê Endustriya Kîmya ya Makîne (MKE) ên ji helîkopterên eskerî hatine reşandin, hatin dîtin. Welatiyan, diyar kirin ku şewat ji ber gulebarana helîkopteran rû da ye.