'Em ê azadiyê mayînde bikin' 2021-09-01 20:22:35 ŞIRNEX - Sekretera Jin a Egîtîm-Senê ya Şirnexê Serap Ok, di daxuyaniya 1'ê Îlonê de axivî û got: "Bi têkoşîna xwe ya wekhev û birêxistinkirî em ê azadiyê li vî welatî mayînde bikin û baweriya me ji hemû rojan bi hêztir e.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê li Taxa Hûnerê ya navçeya Cizîr a Şirnexê daxuyaniyê da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, endamên Planforma Şaxa KESK’ê, endamên ÎHD’ê yên Şirnexê, Baroya Şirnexê, rêvebirên Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankartên “Li dijî şer deng bide aştiyê” û “Aştî dide jiyîn” hatin vekirin. Sekretera Jin a Egîtîm-Sen a Şirnexê Serap Ok daxuyanî xwend. Ok, anî ziman ku di dîroka mirovahiyê de, şerên ku li dijî talankirina xwezayê û birînên kûr vedike her ku diçe zêde dibe. Ok, diyar kir ku çekên nûkleer ên nû tim tên ceribandin û wiha axivî: "Di navbera welatan de pêşbirka çekan, li fezayê ceribandina çekên nû ve xetere zêdetir bû. Ev ne bi tenê cihanê her wiha bû sedema di temenê zarokatiyê de tacîz û tecawizê û ev tişt wek normal tê dîtin. Emperyalîst û hêzên paşverû ji ber polîtîqayên xwe yên penaber û koçberiyê, di navbera gelan de dijminatiya neteweyî, ol, ziman û nasnameyê ava dikin û şer dikin wek hincet. Bi mîlyonan kes berê wan dan koçberiyê. Bêedeletiya her diçe kûr dibe dewam dike.”   ‘EM Ê AZDIYÊ MAYIN DE BIKIN'   Ok, di dawiya axaftina xwe de, ev peyam da: "Avêtina her gavê, wê me nêzî azadiyê bike. Nêzî mirovahiyê jî bike. Bi têkoşîna xwe ya wekhev û birêxistinkirî em ê azadiyê li vî welatî mayînde bikin û baweriya me ji hemû rojan bi hêztir e.”   ‘TECRÎD KÛR TÊ MEŞANDIN'   Parlamenterê HDP'ê Hasan Ozgûneş dûre axivî û bal kişand ser girîngiya 1’ê Îlonê. Ozgûneş, tecrît, şer û krîzên li Tirkiyê dewam dikin bi bîr xistin û got: "Em hêvî dikin ku ev roj aştiyê bîne Rojhilata Navîn û welatê me. Şer ji bo rant, îktîdar, talan û hilweşandinê tê kirin. Şer ji bo ku bikujin, êşê zêde bikin û xwezayê talan bikin tê kirin. Em vê yekê ji dîroka avabûna dewletbûyînî ve dizanin. Îro li ser welatê me tecrîdek kûr tê meşandin. Ji bo ku tecrîd bê şikandin îro di girtîgehan de grevên birçîbûnê dest pê kirine. Îro dibêjin ev dabeşkar in. Lê kesên ku dabeşkar ew in û îktîdar bi xwe ye. Ji hemû kesan re dibêjin dabeşkar. Lê bila bê zanîn, kesên ku demokrasî, wekheviya jin û mêr, azadî û aştiyê diparêzin ne dabeşkar in.”