Rexmî lihevhatina DNA'yê jî cenaze nayê dayîn 2021-09-02 09:17:57   MÊRDÎN - Cenazeyê Hediye Balûr a HPG'î ku li Çiyayê Bagokê jiyana xwe ji dest dabû û ji laşê wê tenê parçeyek maye, rexmî lihevhatina DNA'yê jî radestî malbata wê nayê kirin.    Di 7-8'ê gulanê de li Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di navbera HPG'î û leşker û cerdevanan de şer derketibû. Di dema şer de herêm bi SÎHA û helîkopteran hatibû bomberankirin. Di encama bombebaranê de 6 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê 5 HPG'iyan di dîrokên cuda de radestî malbatên wan hatin kirin. Lê cenazeyê Hediye Balûr (Silav Ronahî) hê jî radestî malbata xwe nehatiye kirin.    CENAZEYÊ 450 XRAM!   Malbata Balûr, ji bo girtina cenazeyê keça xwe meha borî hat Mêrdînê û mînaka DNA'yê da. Destpêkê daxwaza teşhîskirina cenaze ya malbatê bi hinceta ku cenaze ne di rewşa ku bê naskirin de ye hat astengkirin. Li ser israra malbatê parçeyeke laş ê 450 xram ê li morgê nîşanî malbatê hat dayîn.     Li ser lihevhatina encama DNA'yê malbatê xwest perçeyê laşê keça xwe defin bike. Ji bo vê malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Lê dozgeriyê bi awayekî erênî bersiv neda malbatê. Ji malbatê re hat ragihandin ku wê perçe ji Saziya Tipa Edlî re bê şandin û li gorî encama ku bê wê dozgerî biryara xwe bide. Malbatê, diyar kir ku hê jî ji wan re tu daxuyanî nehatiye kirin û xwestin ku perçeyek jî cenazeyê xwe defin bikin.