Karkerê 20 salî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da 2021-09-02 11:26:56   ŞIRNEX- Karkerê demsalî yê 20 salî Yûsûf Aktug, di encama krîza dil de, jiyana xwe ji dest da.   Karkerê demsalî yê 20 salî Yûsûf Aktug ê berî 15 rojan ji navçeya Basa ya  Şirnexê, ji bo komkirina findiqan çûbû Artvînê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Malbata Aktug, piştî ku agahiya mirina kurê xwe bihîst, çû cenazeyê wî ji Artvînê girt û anî li goristana navçeya Basa defin kir.