Di Tebaxê de 5 kolber hatin qetilkirin 2021-09-02 14:02:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, diyar kir ku di meha Tebaxê de, 5 kolber hatin qetilkirin û 48 jê hatin girtin.    Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêmên Kurdan ên Iranê di meha Tebaxê de hatin jiyîn amade kiribû, li ser malpera xwe weşand. Di raporê de, hat diyarkirin ku polîtîkayên cudakar ên rejîma Îranê yên li dijî Kurdan, di meha Tebaxê de jî dewam kirin û mafên mirovan ên bingehîn tune hatin hesabandin    DARVE KIRIN Û GIRTIN    Di dewama raporê de, hat destnîşan kirin ku li bajarên Kurdan ên Îranê, 6 kesa bi hinceta “Tiryakê” hatin darvekirin û wiha hat gotin: “Li bajarên weke Ûrmiye, Sanandaj, Kirmanşah, Mahabad, Khorramabad, Îlam, Hamedan û Loristanê, girtin û binçavkirina dewam kirin. Rejîma Îranê, bi awayekî bêhiqûq 48 kes girtin. 4 kes jî li dijî van girtinên bêhiqûqî ketin greva birçîbûnê.”   QETILKIRINÊN KOLBERAN   Di raporê de, cih ji bo rewşa koçberan jî hat veqetandin û ev agahî hatin parvekirin: “Kolberên ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikin, rastî êrişên giran tên. Ev êriş di meha Tebaxê de jî dewam kirin. Di nava meha Tebaxê de, herî kêm 5 kolber hatin qetilkirin û 36 kolber birîndar bûn.”   Di beşa “întîharê” ya raporê de jî, wiha hat gotin: “Hejmara întîharan zêde bûye. Bi taybetî hejmara jin û ciwanên întîrhar dikin zêde bûye. Di meha Tebaxê de, herî kêm 6 kesan întîhar kirin û 6 kes jî hatin kuştin.”