Salih Muslim: Kêşeyên Sûriyê li derdora maseyê dikarin werin çareserkirin 2021-09-03 09:08:22 NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim bang li Beşar Esad ê ku daxuyaniya “Ademî merkeziyet” dabû kir û got: “Divê ne yek alî, lazim e hemû alî muxatab werin girtin. Li derdora maseyekê pirsgirêkên Sûriyê dikarin werin çareserkirin.”  Rûxandinên ji ber polîtîkayên "netewe-dewlet " çêdibin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn gur dikin, li şûna "çareseriyê" krîza li Sûriyê kûrtir dikin. Têkoşîna kurdan a li dijî DAIŞ’ê bi şoreşa Rojava re ji roja me ya îro re dibe ronî. Modela Rojava ku bi projeya xweseriya demokratîk li dijî pirsgirêkên ku kûr bûne li Rojhilata Navîn formula çareseriyê pêşkêş kir, ji bo herêmê bû mînak û ji gelan re bû hêvî.   Em bi Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re geşedanên li Efxanistanê, daxuyaniya “Ademî merkeziyet” a Serokkomarê Sûriyê Beşar Esad, diyarkirina helwesta nû ya DYA-Rûsyayê ya li herêmê, yekîtiya kurdan axivîn.    We daxuyaniya “Ademî merkeziyet” a Beşar Esed çawa pêşwazî kir?      Heger Esed alîgirê feraseta "Ademî merkeziyete” ye, wê hingê divê ew ya pêwîst bike. Pêdivî ye ku ew serî li hemî aliyan bide, ne ku yekalî be û biaxive. Hemû alî dikarin rûnin û pirsgirêkên Sûriyê li dora maseyekê çareser bikin.    Daxuyaniyên Esed li hev nayên. Kesek ji rêveberiya Esed çend roj berê behsa me kir  û got “Ev terorîst in.” Paşê Serokkomarê welêt Esad derdikeve, pergala nenavendî diparêze, dibêje Sûriye venagere sala 2011’an. Li gorî nêrîna me, ew ji bilî daxuyaniyên xwe nikare wêdetir gavek biavêje. Ev gotin û biryar ne di destê Esad de û ne jî di destê rêveberiyê de ne. Biryarên ku ji der ve ji wan re hatine rave kirin. Dixwazin li gorî berjewendiyên xwe polîtîkayan bikin. Em ji şoreşê vir ve dibêjin ku ev pergal wiha naçe. Em diyar dikin ku Sûriye nikare vegere sala 2011’an û divê “Ademî merkeziyet” şûna xwe ji modela Xweseriya Demokratîk re bihêle. Di heman demê de, projeyên me hene, şêwazek meya rêveberiyê heye ku we bi salan daniye pêş. Tevî ku me bi salan ji bo çareseriyê li deriyên wan xist jî, Esed û rêveberiya wî deriyên xwe venekirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavên zelal nehatin avêtin. Wan nexwest diyalog li pêş bikeve. Tevî van hemûyan jî, ger Serokkomarek Sûriyeyê birêve dibe, derkeve û van tiştan bibêje, ji bo me girîng e û erênî ye. Lê qet ne bes e. Heger Esed alîgirê feraseta "Ademî merkeziyete” ye, wê hingê divê ew ya pêwîst bike. Pêdivî ye ku ew serî li hemî aliyan bide, ne ku yekalî be û biaxive. Hemû alî dikarin rûnin û pirsgirêkên Sûriyê li dora maseyekê çareser bikin.    Heger Esad tiştekî wiha bixwaze, gel heye, nûnerên gel hene, divê ew bi wan re diyalogê bike. Divê ew destûrek azadîxwaz bidin pêşiya xwe. Ji bo çareseriyê jî divê aliyê 3’yemîn hebe. Divê ew aliyê sêyemîn Neteweyên Yekbûyî an çavdêrek navneteweyî be. Zehmet e ku meriv çareseriyek yekalî bike. Ger ew partiyek sêyemîn be, çêtir e ku meriv pirsgirêkan çareser bike. Me bi salan rêveberiya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Ezmûna me heye. Projeya ku me danî dibe ku ji bo tevahiya Sûriyeyê derbasdar be. Ger li Sûriyê daxwazên gelên din hebin, pêwîst e ku mirov wan jî biaxive û guh bide wan. Gel, partî amade ne û heke niyetek cidî hebe, tişta ku were kirin diyar e.   Gelo piştî daxuyaniya Esad pêwendiya we bi Esad re çêbû?    Piştî axaftinên Esad tu hevdîtin çênebûn. Rêveberiya Xweser, Encûmena Sûriyeya Demokratîk jî heye, ez nizanim pêwendî bi wan re çêbûye yan na, lê bi qasî ku ez dizanim, hevdîtin çênebûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê muzakere bên kirin. Ger Esed dilpak be, divê ya pêwîst bike. Wekî nûnerên gel, em her dem amade ne ku danûstandinan bikin û pirsgirêkan çareser bikin.   Hûn dibêjin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hûn ê çawa têkiliya navbera navend û herêmî pêk bînin?      Ev pergala têgihiştina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pergala ku pêşeroj û azadiya Sûriyê baştir dike ye. Êdî pêwîst e ku guhertinek niha li Sûriyê çêbibe. Projeyên me yên xurt hene ku dê bibin alîkar ji bo çareserkirina pirsgirêkan.    Rêveberiya me ji 7 herêman pêk tê û nûnerên 7 herêman hene. Pergala hevserokatiyê heye, saziyên me hene, meclîsên me hene. Em dixwazin vê pergalê bêtir berfireh bikin û pêşve bixin. Pêkhateyên li Dera û Lazkiye ku em pê re di nav têkiliyê de ne, şêwaza rêveberiya me dixwazin. Ger îradeyek xurt derkeve holê, em dikarin rûnin, biaxivin û formulek hevbeş derxînin holê. Ev pergala têgihiştina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pergala ku pêşeroj û azadiya Sûriyê baştir dike ye. Êdî pêwîst e ku guhertinek niha li Sûriyê çêbibe. Em dikarin bi riya heyetên xwe hemû têkiliyên xwe baştir bikin. Pêwîst e ku niha guhertinek li Sûriyê çêbibe. Gava ku gavên pêwîst bêne avêtin û pergal di pratîkê de dest bi bicihanînê bike, hevrêziyek xurt dikare di navbera navend û herêmî de çêbibe. Projeyên me yên xurt hene ku dê pêşeroja Sûriyê diyar bikin û tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan bikin. Heya ku gavên pêwîst bên avêtin, îradeyek dikare li holê were raxistin.    Gelo têkildarî çareseriya kêşeyên li Sûriyê tu nexşêreyek we heye?   Em demeke dirêj li ser çareseriya pirsgirêkan bi rêveberiya Sûriyê, Rûs û DYA’yê re rûniştin û axivîn. Çareseriya pirsgirêkan demokrasî, azadî, xwerêveberina gelan e. Em alîgirê sîstema demokratîk û azadîxwaz in. Divê vîna gel were nîşandan. Di rejîmê de jî parlamento heye, lê ew bi pergaleke ku ji binî ve hatiye hilbijartin û tayînkirin hebûna xwe diparêze. Lê di rastiyê de divê ne wusa be, divê parlamenter bêne hilbijartin, nûnerên her herêmê divê meclîsên wan hebin. Çawa ku li Amerîkayê senatoyek heye, divê li herêmên me jî meclîs hebin. Ger ev pêşnîyar bi vînek xurt bêne famkirin, dê pirsgirêk bên çareserkirin. Vîna gel di destûra rejîmê de nayê xuyakirin û ev bi temamî feraseta takekesparêzî, yekperestî ye û aliyek wê ku were pejirandin nîne. Divê her gel, her kes di nav vê pergal û biryarên werin dayîn de be. Divê para wan jî hebe. Divê hevbeşî hebe û gel bibe yek.     Demekî dirêje hûn têkoşîna statukoyê didin, di bin heman banî de ji xeynî kurdan gelên din jî hene û makeqanûneke nû şert e. Divê ji bo Suriyeyê makeqanûneke çawa bê kirin?   Divê di makeqanûnê de parvekirinên hevpar hebin û nexşe rê were diyarkirin. Bi salan e me bi pratîka xwe ev tecrube kiriye û encamên baş jî girtine. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan reçeteya herî baş a makeqanûnê, makeqanûneke girêdayî demokrasiyê, azadîxwaz, gel tê de cih digire û dikare xwe îfade bike be. Divê makeqanûneke ku gel, jin, ciwan û zarok xwe tê de bibînin bin. Em pergaleke ku ne rejim gel diyar bike dixwazin. Tecrubeya me heye, pergaleke me ya xweser û hişmendiyeke azadîxwaz heye. Makeqanuneke ku rejîm tenê çêbike pirsgirêkan çareser nake û wê pirsgirêkan kurtir bike. Divê mirov vê yekê bizane.     Amerîka di nava koalîsyonê de roleke aktîf bilîze jî heta niha di mijara statuya Rojava de polîtîkayeke wê nîne, rayedarên Rûsan jî weke perçeyekî xweseriyê qala “Xweseriya Çandî” dikin. Nêzîkatiyên Amerîka û Rûsyayê yên li herêmê du hêzên girîng in çawa dinirxînin?    Rûsya dixwaze berjewendî û destkeftiyên xwe biparêze û bêrî ku li herêmê pirsgirêk zêde bibin, di bin kontrola rejîmê de xweseriyê bide kurdan an jî rêveberiyê.    Rûs jî Amerîkî jî ji dibêjin berjewendiyên xwe difikirin û dibêjin. Lê li vir vîna gel heye. Wê gotina dawî ev gel bibêje. Wê gel biryarê bide ka dê çawa bijîn û çi bikin. Heke bi rastî jî Rûsî û Amerîkî ji vîna gel re rêzê bigirin divê berjewendiyên xwe deynin aliyekî. Ji bo ku vîna gel derbasdar be em têdikoşin. Sedemê mudaxalekirina Rûsyayê ya karên navxweyî yên Sûriyeyê berjewendiyên wê ne. Di çarçoveya berjewendiyên xwe de têkilî bi rejîmê re danîn. Polîtîkayeke wê ya parastina rejîmê heye. Rûsya dixwaze berjewendî û destkeftiyên xwe biparêze û bêrî ku li herêmê pirsgirêk zêde bibin, di bin kontrola rejîmê de xweseriyê bide kurdan an jî rêveberiyê. Armanceke Rûsyayê ku Rêveberiya Xweser nas bike, mûxatab bigire û diyalogê pê re deyne nîne. Ji dest pê kê ve polîtîkayên xwe ser berjewendiyan ava kiriye. Di mijara naskirinê de jî na xwaze tiştekî bike. Heke Sûriye Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas bike wê ji bo destkeftiyeke gelek mezin be. Wê demê di qada navnetewî de dikarin xwe baştir îfade bikin û vebêjin. Dikarin projeyên xwe rêveberiya xwe vebêjin. Ji ber bi awayekî fermî nas nekirine gelek caran gelek kes naxwazin bi me re bi axivin an guhdar bikin. Muxalefeta Suriyeyê tê nasîn û buroyên wan hebin divê em jî werin nasîn. Ne naskirina me jî di encama polîtîkayên durûtiyê ne.    Piştî ku Afganîstan ket bin kontrola Talîban, welat û herêmên girêdayî derve dîsa hatin rojevê. Di kesayeta Rojava ku girêdayî hêza xwe bi xwe ye de ji bo Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tu rîsk hene?   Em xwe bi xwe diparêzin. Em girêdayê kesê nînin, girêdayî xwe bi xwe ne. Hêzên ku me afirandine hene. Talîban an hêzên din jî bi ser berjewendiyan xwe diafirînin. Wê teqez berjewendiyen Amerîka û Rûsyayê çêbin. Heke Amerîka û hêzên koalîsyonê bixwazin bi terorîzmê re şer bikin divê li Rojhilata Navîn a bûye navenda şeran bimînin. Em bawer dikin jî ku dê bimînin. Di Rojhilata Navîn de ji me zêdetir hêzeke din nabînin ku li dijî terorîzmê şer bikin û wê têk bibin. Ji bo me rîsk hebe an nebe tişta hebûna me diyar bike têkoşîn û berxwedana me ye. Berî her tiştî baweriya me bi xwe û hêza xwe heye. Li dijî herêmên me tevgera DAÎŞ’ê heye lê dewletên evqas bi hêz nikarin biqedînin. Ji ber hêzên wan ên li bejahiyê şer bikin nînin, nikarin li dijî DAÎŞ’ê serkeftinekê bi dest bixin. Lê hêza me û berxwedana me di holê de ye û berxwedana em didin jî diyar e.    Piştî ku Talîbanê desthilatdarî bi dest xist, gelek welatan daxuyaniyên ku ew dixwazin Talîbanê nas bikin dan. Hûn nêzîkatiyên van welatan ên li hemberî Rêveberiya Xweser ku bi salane hewl dide li herêmê aştî pêk were, çawan dibînin?    Weke gel, weke berxwedan û weke hêza xweparastinê kesekî me neafirand, me bi xwe, xwe ava kir. Em bi berxwedan û têkoşîna xwe heya van rojan hatin. Em ne dibin parastina kesekî de ne. Li Sûriyeyê, em dixwazin bi pergala xwe bên naskirin, bi hêza xwe ya xweparastin û nirxên xwe, xwe ava bikin. Lê li aliyê din mijarek girîng heye. Kî Talîban afirand û çima? Talîban di nava Afganîstanê de, derket. Yên ku Talîban ava kirin jî, hêzên serdest bûn. Ew rêxistinek e ku ji bo şerê li dijî Rûsya Sovyetê li kêleka El Qaîdeyê şer bike hat avakirin. Dûre, di qonaxên cihêreng derbas bû. Ne bi çewherê gel û bi hêza xwe hat avakirin. Yên ku Talîban dan avakirin, didin bi karanîn hene. Lê tu kesekî em ava nekirine. Me xwe di çarçoveya dînamîkên gel de, ava kirin.    Tevî ku hin dewletan ji bo berjewendiyên xwe bi me re hevdîtin kirin jî, wan em neafirandin, em avabûneke li ser bingeha hêza xwe ne, gel in. Ferqa me eve. Talîban, dixwaze welatê xwe bibe berî hezar û 400 salan. Jinan, civakê û azadiyan tune bi hesibîne. Lê em, li dijî van hemû daxwazên wan têdikoşin. Fikir û ramanên em diparêzin, di asta parastina nirxên cîhanê de ne. Em behsa demokrasiyê, mafên jinan, pergala hevserokatiyê, laiklik û pergalek pêşketî dikin. Lê li aliyê din, pergalek paşvero heye. Rewşa Talîbanê, ji xwe rewşek hîn kembaxtire. Welatên ku dixwazin Talîbanê nas bikin, polîtîkayên wan ên dirûtiyê li holê ne. Ev ji bo herêmê jî pirsgirêkek mezine. Naskirina Talîbanê ne çareserkirina pirsgirêkane, berevajî hîn zêdetir kûrkirina pirsgirêkane.   Tiştên li Afganîstanê tên jiyîn, hûn çawan dinirxînin?     Talîban dixwaze welatê xwe û cîhanê hezar û 400 sal berê paşve bibe. Bi şer û gefan dixwaze darbe li demokrasî û azadiyê bixe. Ger fersendê bibîne, wê êrîşî hêzên mîna me jî bikin. Dê bi çavekê dijmin li me jî mêze bike. Lê mirovahî paşverûtiya hezar û 400 sal berê qebûl nake. Divê mirovahî nêzîkatiyên Talîbanê yên li dijî jin, zarok, azadî û demokrasiyê qebûl neke.        Gelo berxwedana li Rojava û Kobanê, dikare ji jin, civak û gelên ku li Afganîstanê li ber xwe didin re bibe îlham?   Berxwedana me ji bo tevahiya cîhanê bûye mînak. Jinên li Rojava ji bo tevahiya cîhanê bûn şansek mezin. Bi qasî ku pêşengtiya berxwedanê kirin, ewqas jî ji bo mirovahiyê bûn hêviyek mezin. Li dijî xiraban li ber xwe dan û qezenc kirin. Berxwedanekê ku li Afganîstanê pêşengtiya her kesî bike û rê nîşan bide heye. Ew jî berxwedana Kobanê û Rojava ye. Têkoşîna jinan, wê pêşengtiya têkoşîna jinên li Afganîstanê bike.      Ligel we, di rêveberiya de gelek partiyên Kurdan hene. Ev pêkhate her tim behsa girîngiya yekitiya netewa Kurd dike. Lê di warê yekitiyê de, heya roja îro tu encamek nehatiye bi dest xistin. Gelo astengiyên li pêş yekitiyê çîne? Çima yekitî pêk nayê?     Rewşek wisan heye ku hin partiyên siyasî ji bo ku yekitiya Kurdan çênebe, her tiştî dikin. Ligel van hemûyan jî, em hewldanên xwe yên yekitiyê dewam dikin. Çi dibe bila bibe, divê yekitiya Kurdan çêbe.   Di nêrîna gel de, li çar parçeyên Kurdistanê yekitî hatiye avakirin. Îro gel bi nirxan ve girêdayî ye. Di warê partî û rêxistinên siyasî de, pevçûn û pirsgirêk dewam dikin. Hêzên derve jî hewl didin ku Kurd nebin yek. Li şehîdlika Kobanê, ji çar parçeyên Kurdistanê şehîd hene. Li Qamişlo û Tirbêsiyê jî heman rewş heye. Di warê yekitiya gelê Kurd de tu pirsgirêk tuneye. Lê fikir û armancên hemû partiyên siyasî hene û ji hev cuda ne. Hin ji wan dibin bandora malbatên xwe de ne, hinek jî ji bo berjewendiyên xwe difikirin û hin jî bi hêzên derve ve girêdayî ne. Ev jî dibin sedem ku pirsgirêk neyê çareser kirin. Ger demokrasî pêk were, dê yekitiya gelê Kurd ava bibe. Em gelek hewl didin. Rewşek wisan heye, hin partiyên siyasî ji bo ku yekitiya Kurdan çênebe, her tiştî dikin. Ligel van hemûyan jî em hewldanên xwe yên yekitiyê dewam dikin. Çi dibe bila bibe, divê yekitiya Kurdan çêbe. Heya ku yekitiya Kurdan ava nebe, pirsgirêk heyî jî nayin çareser kirin.   Di van demên dawîn de, gelek welatên herêmê, nemaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevdîtinên xwe yên dîplomatîk zêde kirin. Gelo hûn hevdîtinên dîplomatîk ên DYA’yê, Rûsya, Îngîltere û Fransayê yên zêdebûne, bi çi ve didin girêdan?    Ger em qala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, em wê demê behsa 6 mîlyon mirovî dikin. Bi Sûriyeyê re, fikrekê wan heye. Di vê çarçoveyê de, têkiliyên wan hene. Ji bo ku em xwe bidin naskirin û azadiya gelê xwe berfireh bikin, di her fersendî de, em hevdîtinan dikin. Ji bo ku em ji derfetan sûd werbigirin çi ji destê me tê em dikin. Hêzî 70 hezar DAIŞ’î, zarok û jin hene. Dîsa 12 hezar DAIŞ’iyên girtî hene. Hêz û saziyên navneteweyî bi van re jî eleqeder dibin. Ji ber vê têkilî û hevdîtinên me çêdibin. Li Fransa, Îsvîçre, Hollanda, Rûsya, Almanya, Belçîka û Amerîkayê, nûnertiyên me hene. Ger em dixwazin ji bo pêşeroj û azadiya herêmê muzakere bikin û dixwazin bi Sûriyeyê eleqeder bibin, wê demê divê me ji çav dernexin. Ev dewlet hemû ji bo berjewendiyên xwe, li herêmê ne û danûstandinan dikin.    MA / Azîz Orûç